Leylan RESO/Qamişlo
Dewleta tirkî ya dagîrker 9ê Cotmeha 2019an êrişî Serê Kaniyê kir û bû sedema koçberiya bi sedhezaran. Hin ji wan li kampan hatin bicîkirin, hin jî bi derfetên xwe li bajarên Rojava bi cî bûn.
Îsa Cuma jî ku yek ji wan koçberan e û li bajarê Amûdê bi navê “Şîrîngeha Serê Kaniyê” dikanek vekiriye li ser koçberiya xwe wiha axivî
“KU TU NE LI SER XAKA XWE BÎ WATEYA PÊDIVIYAN NÎNE”
Derbarê mijarê de welatiyê bajarê Serê Kaniyê Îsa Cima yê 27 salî, li ser koçberiya xwe wiha axivî: “Bi destpêkirina êrişan re me berê xwe bi bajarê Reqayê vekir. Em heyvekê li wir bi cih bûn, piştre min berê xwe bi Kurdistanê vekir. Heta ku ez gihîştim wir min gelek zehmetî dît. Li wir ez di Kampa Giwêlan de bi cih bûm. Ew gelekî bi me re bûn alîkar û her pêdivî dihatin peydakirin. Lê wateya pêdiviyên jiyanê tineye ku ti ne li ser xaka xwe be. Hê li kar digeriyam heta ku karibim malbata xwe xwedî bikim lê mixabin nexweşiya Vîrûs Korona derket.”
“KEDA SALAN DI KÊLIYEKÊ DE HILWEŞIYA“
Îsa Cima axaftina xwe wiha domand: “Ev demeke min dikana mamoniyî û gêmer vekiriye û min navê “Serê Kaniyê” lê kiriye. Li Serê kaniyê jî dikanek û du kargehên me yên şêrîngehê hebûn. Lê mixabin keda salan di kêliyekê de hilweşiya. Niha jî ez û birayê xwe bi hev re dixebitin. Ji ber ku bajarê Amûdê piçûke û dikana mamûniyê lê tineye min xwest ez vî karî bikim. Ev dikan ne tenê ji bo debara malê, ji bo jibîrkirina êşane heta ku em vegerin bajarê xwe. Em tenê tiştên sivik çêdikin ji ber ku hê tirs di dilê me de ku weke Serê Kaniyê li me were. Em dixwazin dikana xwe berfireh tir bikin lê ji ber gefên dewleta tirkî ya dagîrker em nikarin. Kêmaniyê ku derdikevin xaze. Me ruqset çêkir gotin hefteyê qenîneyek xaz tenê ji tere derdikeve. Qenînek têra min nake di hefteyê de kêmanî 4 qenîne hebin. Ku xazê nedin min ezê dikana xwe bigirm û berê xwe bi cihekî dinê vekim. Daxwaziya me ji komîna sûkê re komîteyekê çêkin û dakevin nava welatiyan û bibînin daxwaziyên wan çi ne.”
“JI MAFÊ ME YE EM LI SER XAKA XWE AZAD BIJÎN“
Îsa Cima axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em her dem dibêjin bila em li welatê xwe bimirin û ne li welatê xerîbiyê. Daxwaziya min ji rêxistinên navdewletî ew e ku ji bo vegera bajarê me çareseriyekê bibînin, hemû cîhan dizane ku em xwediyê vê xakê ne. Çima heta niha pirsgirêkê me nehatiye çareserkirin, ji mafê me ye ku em jî li ser xaka xwe azad bijîn. Em di mala xwe de û li ser erdê xwe bûn. Dewleta tirkî û çeteyên wê çi ji me dixwazin. Çima cîhan û rêxistinên qaşo mafê mirovan diparêzin bêdeng in? Xwesteka malbatên koçbere tevan ew e ku, vegerin bajarê xwe. Lewra ti dever ji mal û bajarê mirov, xweş nînin. Bi berxwedana YPJ-YPG û QSD`ê û hevgirtina gelên herêmê, emê bi ser bikevin. Herî dawî ez ji hemû dagîrkeran re dibêjim çi dibe bila bibe emê vegerin ser xaka xwe.”