Jiyan BOZO/Qamişlo
Ji bo xurtkirina têkilî û avakirina sîstemeke hevbeş, şanedeya raghandinê ya Rêveberiya Xweser û Yekîtiya Ragihandina Azad çûn başûrê Kurdistanê. Şande ji hevserokê ofîsa Raghandina bakur û rojhilatê Sûrî Amir Murad û hevserokên Yekîtiya Raghandina Azad Bengîn Sîdo û Evîn Yûsiv pêk tê.
“DI DAWIYA VÊ SERDANÊ DE WÊ PROTOKOLEK WERE IMZEKIRIN”
Derbarê serdanê û plansaziya şandeyê de, hevserokê Ofîsa Raghandina bakur û rojhilatê Sûrî Amir Murad ji rojnameya me re wiha axivî: “Armanca vê şandeyê danasîna kar û xebata ragihandinê ya li bakur û rojhilatê Sûrî bi civak û rojnemevanên başûrê Kurdistanê û xurtkirina têkilyên di navbera rojnemevanên her du aliyan de. Herwiha em dixwazin bigihin nerîneke hevbeş û çareseriya pirsgirêk û dozên her du aliyan. Digel van armanceke me jî berfirehkirina têkîliyên me û tevayiya saziyên raghandinê yên fermî û ne fermî yên herêmê. Bi vî awayî emê bikarin têkîliyên xwe yên raghandinê yên derveyî welat xurttir bikin û di vê pêvajoyê de ragihandineke xurt û pêşketî ku xizmeta şoreşa me bike ava bikin.”
Amir Murad axaftina xwe wiha qedand: “Me serdana saziyên fermî yên raghandina herêma başûrê Kurdistanê, yên weke Sendîkeya Rojnemegeriyên Kurdistanê, Rêveberiya Çapemenî û balevkirinê, kir. Herwiha sardana Wezareta Çandê û Ciwanan, Komîteya Ragihandinê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat kirin. Bêguman serdana me gelek baş bû. Aliyê din jî bi awayekî pir baş û erênî nêz bûn. Herwiha mijara vekirina ofîsa Ronahî TV jî xaleke sereke ya van hevdîtinan bû. Di dawiya vê serdanê li ser xalên ku her du alî di wan de hemfikir bin wê protokolek were imzekirin.”