Şêniyên Efrînê yên koçberî kantona Şehba bûyîn, gotin, siyaseta hikumeta Şamê û siyaseta dagîrkeriya tirkî yên ji bo şkandina vîna Kurdan weke hev û li hemberî wan emê jî berxwedanê dewam bidomînin.
Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê her ku diçe zêdetir dibin. Herwiha hikumeta Şamê bi lihevkirina bi dewleta tirkî re koçberên Efrînê dorpêç dike da desthilatiya xwe çêke.
Şêniyên Efrînê yên ku koçberî kantona Şehba bûyîn, ji ANHA re axivîn.
Welatiyê bi navê Reşîd Qebilan Yê ji navçeya Reco ya kantona Efrînê behsa gef û êrişên li dijî herêmê kir û wiha got: “Berxwedana me li Kampa Serdem dikeve sala 4`an. Tevî astengiyên em dikişînin, hêviya me ya vegera Efrînê mezin e.”
Qebilan diyar kir ku çiqas êrişên dagîrkeran û lihevkirinên li dijî wan zêde bibin, ewqas israr û berxwedana wan ya ji bo vegera Efrînê jî zêde dibe û got, welatên ku qaşo pesnê demokratîkbûna xwe didin, ji bo xizmeta gelan ti insiyatîfên mirovî pêşkêş nakin, berûvajî wê hewl didin ku fitneyê û şer di nava gel de derxin û sûcan li dijî wan pêk tînin. Ew sûc bi hevkariya hikumeta Şamê û dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê, dibin.”
Welatiya bi navê Leyla Mihemed jî bêdengiya aliyên navneteweyî şermezar kir ku li hemberî koçberên Efrînê erkê xwe pêk naynin û wiha got: “Armanca hêzên Kurdan ku şerê DAIŞ`ê kirin, parastina herêman bû. Wan li şûna cîhanê tevê şerê terorê kir, lêbelê civaka navneteweyî li hemberî me helwesteke neyînî nîşan da.”
Leyla da zanîn ku dewleta tirkî bi her rêbazê şerê gel dike û got, ew ji aliyekî ve û hikumeta Şamê ji aliyekî din ve me dorpêç dikin. Ew siyaseta birçîkirinê ji bo desthilata xwe li ser gel bi kar tînin. Lêbelê wê armanca wan pêk neyê. Emê li hemberî komplo û planan li ber xwe bidin. Lewre em bi hêviya vegera Efrînê dijîn.”
Ednan Mamo yê ji şêniyên navçeya Şêrewa jî got, em ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, di rewşeke zehmet de ne. Ednan her wiha diyar kir ku dorpêçê û siyasetên li dijî gel red dikin û hêvî dikin ku vegerin warê xwe.