Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta tirkî ji ber fikirên rêber Abdullah Ocalan yên banga azadî û demokrasiyê dikin, tecrîdeke girankirî daniye serê.
Komîteya Rêbertiyê ya Rojava bi nêzîkbûna 15`ê Sibatê salvegera 22`yan ya Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan rêzeçalakiyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de civîneke berfireh li dar xist. Gelek kesayetên bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştîn, tev li civînê bûn.
Civîn li Navenda Aram Tîgran ya Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê bi tevlêbûna 250 kesên ji kantona Qamişlo li dar ket.
Di civînê de endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Aldar Xelîl axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Xelîl got, komplo di demekê de ku emperyalîzm û zordestî tê de belav e, pêk hat û rêber Abdullah Ocalan û kesayetên banga azadî û demokrasiyê dikin, kir hedef.”
Xelîl diyar kir ku pergala emperyalîst dixwaze şerên li Rojhilata Navî li dar be, da ku ajandeyên xwe pêk bîne û bi bîr xist ku sala 1996`an gelek caran hewl daye rêber Abdullah Ocalan bikuje lê bi ser neketiye.
Xelîl diyar kir ku dewleta tirkî heta niha qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan pêk nayne û hevdîtinan li gel rêber Abdullah Ocalan qedexe dike.
Xelîl wiha domand: “Kurdistan li ser siyasetên dewletên desthilatdar ne xeter e lêbelê fikrên rêber Abdullah Ocalan li ser wan xeternak in. Ji ber ku banga azadiyê û demokrasiyê dike. Fikrên wî li tevahiya cîhanê belav bûn, di nav de Îtalya, Spanya û Brîtanyayê. Êdî gel hemû banga azadiyê û demokrasiyê dikin.”
Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta tirkî yên li dijî herêmê û wiha got: “Ji ber ku şoreşa me li ser rêgezên fikrên demokratîk û biratiya gelan ên ku rêber Abdullah Ocalan banga wê dikin ava dibe, dewleta tirkî êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike û dijbera şoreşa me ye.”