74 profesor û doçentên ji Fakulteya Zanyarên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Calabrîa ya Îtalya û ji senatoya akademîk piştgirî dan kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.
Fakulteya Zanyarên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Calabrîa ya Îtalya, bi imzeya 74 profesor û doçentên xwe, piştgirî da kampanya bi navê “Dema wê hatiye; Azadî ji bo Ocalan, aştî û edalet ji bo Tirkiyê”.
Di daxuyaniya akademîsyenan de wiha hat gotin: “Lîderê gelê Kurd, piştî ku statûya penaberiya siyasî bi rengekî derengmayî li welatê me girt, 22 sal in li girava Îmralî ya Tirkiyê li girtîgeheke tecrîdkirî ye. Mixabin saziyên navneteweyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Işkenceyê wisa nekirin ku Abdullah Ocalan bikare mafê xwe yê herî insanî jî bi dest bixe.
Nelson Mandela di dema Apartheîde de ji bo Afrîkaya Başûr çi be, Abdullah Ocalan jî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ew e û li Rojhilata Navî ala aştiyê ye. Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ku sûd ji nêrîna Ocalan girtin, xaka xwe kirin mînakeke bêhempa ya ji jiyana hevpar ya gelan û olan.
Girtina Ocalan, tecrîda li dijî mirovayiyê ye, zexta girseyî ya li herêmên Kurdan û êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, êrişeke li dijî demokrasiyê ye. Ji ber wê me civaka akademîk jî eleqedar dike. Ji ber wê em piştgiriyê didin kampanya navneteweyî ya ji bo Abdullah Ocalan. Ji bo jinûvexurtkirina mafên mirovan û nîşandana piştgiriya bi mirovên aştîxwaz re, em vê gaveke bingehî dibînin.”