Endamên rêveber yên Reqa kuştina Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr şermezar kirin û gotin, êrişa ser jinan hewldana ji bo lewazkirina projeya demokratîk ya li bakur û rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengiya jinan e.
Çeteyên DAIŞ`ê 22`yê Çile Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir yê navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr kuştin û ev sûc jî li sûcên plankirî yên komên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker, zêde dibe.
Bertekên li dijî kuştina her du jinên têkoşer dewam dikin.
Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Hêvîn Şêxo, li ser mijarê axivî. Hêvîn Şêxo diyar kir ku serkeftinên jin bi dest dixin serê dewleta tirkî ya dagîrker tevlihev dike û wiha got: “Serkeftinên ku jinan li bakur û rojhilatê Sûriyê bi dest xistîn, dihêle ku dewleta tirkî her tim di nava fikaran de be. Em xwedî tifingeke xurt in ku pê şer dikin. Tifinga me fikir û serkeftina li pêşberî cîhanê pêk aniye.”
Hêvîn Şêxo da zanîn ku dewleta tirkî her tim hewl dide deng, hêz û îradeya jinan bişkîne. Sûcê li dijî Hind El-Xidêr û Seida El-Hermas vê nîşan dide. Hêvîn got, bila dinya ji vî sûcê li dijî jinên azad hatî kirin, şerm bike.”
ꞌDIXWAZIN PROJEYA ME TÊK BIBIN, LEWRE BANGA AZADIYA JINAN DIKEꞌ
Hêvîn Şêxo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser armanca bingehî ya sûcên kuştinê û wiha pê de çû: “Armanc têkbirina îradeya jinê û projeya demokratîk ya li bakur û rojhilatê Sûriyê ye ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Lewre ev proje banga azadiya jinan dike û jin li van herêman bûne mînak.”
ꞌEMÊ LI BER XWE BIDIN LEWRE EM MAFDAR INꞌ
Hêvîn Şêxo da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser xwe dispêre hêmanên sereke, ji wan azadiya jinan e. Ji ber wê çeteyên dewleta tirkî û DAIŞ hewl didin vîna azad ya jinan bişkînin.
Hêvîn Şêxo soza şopandina riya şehîdan da û wiha axaftina xwe bi dawî kir:”Projeya me projeya 15 hezar şehîdî ye, emê tawîzan nedin, berovajî emê têkoşîna xwe xurttir bikin.”
Endama Nivîsgeha Rêxistinkirina Jinan ya Meclisa Jinan ya Sûriyê Suhêr El-Senûh jî got, gelê me ji ber kiryarên komên girêdayî dewleta tirkî hê azaran dikişînin, nexasim di demên dawî de û ji cîhanê re isbat kir ku terora wan pîvan, qanûnên navneteweyî û nirxên exlaqî derbas kirine.”