Rojnameya Ronahî

Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya asayî de Koordînasyona Jinan beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê pejirand.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî ya bi jimara 33’an bi beşdarbûna meclisên qanûsaz yên tevayiya rêveberiyên xweser û sîvîl û seroka Desteya Rêveber ya MSD’ê Ilham Ehmed li dar xist.

Di civînê de raporên Meclisa Giştî, meclisên qanûnsaz yên rêveberiyên xweser û sîvîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

Ilham Ehmed, rewşa siyasî nirxand û nêzîkatiyên Rêveberiya Xweser ji merc û guhertinên ku rûdidin şîrove kir.

Beşdaran rewşa rêxistinî nîqaş kir. Jozef Lehdo wekî cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û bojhilatê Sûriyê li şûna Elîzabeth Gewriyê sond xwar.

Bi erêkirina beşdaran, Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazumaniya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê.

Herwiha xebata meclisên qanûnsaz yên rêveberiyên xweser û sîvîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê û pirsgirêkên ku di sala 2020’an de derketin, hatin nirxandin û ji bo sala nû gelek pêşniyar hatin kirin.