Rojnameya Ronahî

Emê we bi hêza xwe têk bibin

Jiyan BOZO/Qamişlo

Civaka Êzîdî careke din dibe hedefa dagîrkeran. Dewleta Tirkî ya dagîrker gefên dagîrkirina Şingalê xwar, da fermna 2014an nû bike. Jinên Êzîdî yên berdêlên giran dayîn, helwesta xwe diyar kirin.

“BI SAYA PKK`Ê EM ÎRO XWEDÎ HÊZ MAF IN”

Têkîldarî mijarê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Sebîha Sebrî wiha axivî: ”Dewleta tirkî ya dagîrker dîsa gefan li Şingalê dixwe. Armanca wan nûkirina fermana 2014an e. Daxwaziya  wan ew e ku civaka Êzîdî tine bikin. Piştî gelê me vegeriya ser xaka xwe û rêveberiya xwe ava kir, ev gef pirttir bûn. Ji ber ku dewleta tirkî ji hevgirtina civaka me ditirse gefên xwe zêdetir kirin. Herwiha peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de plana Tirkiyê ya ji bo têkbirina vîn û rêxistina gelê me ye. Ev êriş bi desteka PDKê tê kirin. Malbata Berzanî xencera di piştê de ye û ji kurdîtiya xwe dûr ketine. PDKya li civaka me xiyanet kirî û radestî DAIŞê kir, divê hesab bide. Mafê vê hêza xayîn yê biryaran li ser Şingalê nîne. Em xwediyê vê xakê ne û emê biryara wê didin. Hêzên dagîrker dixawzin bi behaneya PKKê hêzên me tine bikin. Lê ji bilî PKKê ti kes li me xwedî derneket. Ji ber wê em Êzîdî deyêndarên wan in. Bi saya PKKê em îro xwedîhêz û xwedîmaf in.”

ME BI VÎNA JINA BERXADÊR DAIŞ TÊK BIR, EMÊ WE JÎ LI ŞINGALÊ TÊK BIBIN

Sebîha Sebrî axaftina xwe wiha domand: “Hêza (PKK) rûmeta me parastî sala 2017an bi awayekî fermî û li ber çavê cîhanê ji Şingalê vekişya. Yên niha Şingalê diparêzin zarokên me ne. Bi van behaneyan bi taybetî di kesayeta jina Êzîdî de dixwazin civaka me û Kurdan tevan tine bikin. Ji bo şkandina van êrişan pêdiviya me Kurdên Êzîdî bi yekîtiyê heye. Me bi hezaran şehîd dan, divê em li keda wan xwedî dekevin û çi dibe bila bibe emê li dûv riya wan bin. Em  jinên Şingalê ti carî qebûl nakin ku kesên xiyanet li me kirîn û bûyîn sedema destdirêjî, kuştin, revandina jinên Êzîdî derbasî xaka me ya pîroz bibin. Em jin û gelê Şingalê van gefan bi dijwarî red dikin. Wê zarokên me vê xakê biparêzin. Em ti hêzên din qebûl nakin. Dewlate tirkî ya dagîrker jî bila baş bizane ku me bi vîna jina berxadêr DAIŞ têk bir, emê we jî li Şingalê têk bibin.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî Sebîha Sebrî bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Yê carekê xiyanetê bike wê her car bike. Ji bo wê banga min ji gelê Kurd û civaka Êzîdî re heye. Xetereke mezin li ser Şingalê heye, divê em şiyar bin û li hemberî van gefan yekîtî ya xwe ava bikin. Da em destkeftiyên xwe li Şingalê biparêzin.”