Rojnameya Ronahî

Emerîka: Moşekên S-400 li cem xwe nehêlin

Emerîka ragihand ku rêveberiya wan ya nû qedexeya kirîna balafirên F-35 ku rêveberiya berê ji ber kirîna sîstema S-400 ya Rûsyayê li ser Enqere danîbû, raneke.

Li gorî malpera Defense One, berpirsekî payebilind yê Wezareta Parastinê ya Emerîka got, wê rêveberiya Joe Biden qedexeya kirîna balafirên F-35 ku rêveberiya Donald Trump li ser dewleta tirkî danîbû, raneke.

Li gorî Washingtonê, dibe ku sîstema S-400 ya Rûsya agahiyên teknolojîk yên li ser balafirên pêşketî yên Emerîka eşkere bike.

Berdevkê Pentegonê John Kirby roja Înê ji rojnamevanan re wiha gotibû: “Dewleta tirkî hevalbendeke kevinn ya NATO ye, lêbelê biryara wan ya kirîna moşekên S-400 ne li gorî berpirsyarên dewleta tirkî yên hevalbendiya Emerîka û NATO ye.”

Kirby wiha lê zêde kir: “Helwesta me nehatiye guhertin. S-400 ne li gorî F-35’an e. Em bang li dewleta Tirk dikin ku moşekên S-400 li cem xwe nehêle.”