Piştî ku hat ragihandin ku wê di vê hefteyê de danûstandinên di navbera PYNK-ENKS’ê de ji nû ve dest pê bikin, hat zanîn ku wê mijara Rêveberiya Xweser û dosya leşkerî werin nîqaşkirin.
PYNK û ENKS amadekariya destpêkirina gera sisiyan ya danûstandinan yên bi navcîtiya Emerîka û insiyatîfa fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdê sala 2019`an ragihandî, dikin.
Di vê çarçoveyê de, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê 31`ê Çile, li ser Twitterê nivîsand û got: “Armanca me biserxistina danûstandinên di navbera ENKS û PYNK`ê de ye. Erkê her kesî ye ku amadekariya pêvajoya yekîtiyê bike, da ku em di rojên pêş de dest bi pêvajoyeke nû bikin.”
Li gorî rayedarên her du aliyan, tê payîn ku ev pêvajoya ku vê hefteyê were destpêkirin, pêvajoyeke dijwar be. Lewre hin nuqteyên ku di pêvajoya duduyan de lihevkirin li ser çênebûye û taloqî pêvajoya sisiyan bûne ango mekanîzmaya nûnertiya ENKS`ê di Rêveberiya Xweser de û mijara çekdarên PDKê yên navê “Pêşmergeyên Roj’ li xwe kirîn, mijarên girîng yên van hevdîtinan bin.
Li gorî endama danûstandinan ya di nava şandeya PYNK`ê de Sema Bekdaş, tê payîn ku pêvajoya sisiyan ya diyalogên di navbera PYNK û ENKS’ê de, piştî ku nûnerên Wezareta Karê Derve ya Emerîka bigihin bakur û rojhilatê Sûriyê û bi her du aliyan re bi awayekî cuda bicivin, were destpêkirin.
Sema da zanîn ku mijarên di pêvajoya sisiyan de werin nîqaşkirin derbarê nûnertiya ENKS`ê di nava Rêveberiya Xweser de û dosyaya leşkerî ye.
Sema wiha got: “Emê mijara yekê ango nûnertiya ENKS`ê di Rêveberiya Xweser de nîqaş bikin, lê derbarê mijara leşkerî û derbasbûna çekdaran de, em PYNK vê mijarê dihêlin ji QSD û ENKS`ê re.”
Danûstandina di navbera PYNK û ENKS’ê de sala 2019`an dest pê kir. Gera duduyan ya danûstandinan Mijdara 2020`an ji ber hilbijartinên Amerîka hatibû rawestandin.
Çavkanî: ANHA