Cenazeyên 104 welatiyên Êzîdî yên qurbanên komkujiya Koço ku ji gorên komî yên Şingalê hatibûn derxistin, bi merasimeke olî hatin veşartin.
Tîmên hikumetê û tîmên navneteweyî yên pispor di çarçoveya lêgerînê li gorên komî de, 18 gorên komî yên şêniyên gundê Koço yê Şingalê dîtin, ku di fermana 15’ê Tebaxa 2014’an de ya li ser Şingalê hatibûn kuştin.
Piştî ku nasnameyên wan 104 qurbanan hatin naskirin, merasimeke olî taybet ji bo Êzîdiyan li gundê Koço hat lidarxistin. Di merasImê de şervanên Yekîneyên Berxwedana ŞIngalê, Yekîneyên Jinên Şingalê, nûnerên Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Şingalê, Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzîdiyan, Tevgera Jinên Êzîdî û nûnerên saziyên sîvîl, herwiha bi hezaran şêniyên herêma Şingal û rayedarên Iraqê, amade bûn.
Cenazeyên qurbanan li goristaneke taybet li goristana qurbanên Koço hatin veşartin.
Hêjayî gotinê ye ku zêdeyî 900 kesî ji gundê Koço ji hêla DAIŞ’ê ve hatin revandin. Heta niha 663 kes hatine rizgarkirin û 140 kes jî çarenûsa wan ne diyar e, di nava wan de 90 kes jinên Êzîdî ne.