Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundir Serdar Şakir li goristana şehîd Delîl Saroxan spartin axê.
Şehîd Serdar Şakir 5`ê Sibatê di encama krîza dil de li bajarê Qamişo şehîd bû. Bi sedan şêniyên Qamişlo beşdarî merasima veşartinê bûn.
Di merasima li goristanê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku hêzên Ewlekariya Hundir berpirsyariya parastina xakê û gel girtine ser xwe.
Hesen banga parastina destkefityên bi keda şehîdan hatîn bidestxistin û piştgiriya hêzên parastinê kir.
Dûv re endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundir ya bajarê Qamişlo Şiyar Mihemed axivî û got, emê rê nedin ku komplo û planên li dijî Rojava û gelên wê ku destkeftiyên bi saya 11 hezar şehîd hatine bidestxistin, bi ser bikevin û emê bi ser bikevin.
Şiyar Mihemed di dawiya axaftina xwe diyar kir ku wê şopdarên riya şehîdan û fikirê rêber Abdullah Ocalan bin.
Cenazeyê şehîd di nava sloganan de li goristana şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.