CÎHAN BÎLGÎN/ANHA
Prof. Norman Peach diyar kir ku tecrîdkirina 22 salan pêkanîneke zalimane û dermirovî ye. Rêber Abdullah Ocalan dikare di mûzakereya konsepta aştiyê de bibe kesê bingehî û got, divê demildest were berdan.
Prof. Norman Peach diyar kir ku dewleta tirkî nikariye armanca xwe ya îzolekirina rêber Abdullah Ocalan pêk bîne û got, niha jî Ocalan hêza siyasî ya herî mezin e ku bûye alîkar ku Tirkiyê veguherîne welatekî aştiyane, demokratîk û civakî.”
Insiyatîfa navneteweyî ya ”Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Li Kurdistanê Aştî” ku piştî rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve hat dîlgirtin hat avakirin, di gelek xebatên navneteweyî de cih girt. Pirtûka bi navê Diyalogên Avakirina Jiyana Azad ku berhemeke wê ye, çend akademîsyen, nivîskar û şoreşgerên ku bi fikrên rêber Abdullah Ocalan re eleqedar bûn û ji wî îlham girtin, anîn cem hev. Me ev hevpeyvîn bi nivîskar Norman Paech re ku cihê xwe di çêkirina wê pirtûka ku cara yekê di sala 2019’an de ji aliyê Weşanxaneya Aram ve di salvegera 20. ya Komploya Navneteweyî de hat weşandin, çêkir.
Di vê hevpeyvînê de, li ser tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan profesor Norman Paech ji ajansa me re axivî.
Norman Paech armanca komploya navneteweyî di pirtûka ‘Diyalogên Avakirina Jiyana Azad’ de wiha rave kiriye: “Komplo bi armanca tesfiyekirina Ocalan pêk hat. Lêbelê hedefa van hemûyan ji mirovekî pirtir sembola têkoşînê bû. Bêguman ji bo vê armancê demanceyek jî hat bikaranîn ku sefîrê bilind yê Yewnanistanê yê li Kenyayê da Ocalan lê ne ji bo xweparastinê, ji bo xwekuştinê!” (rûpel 22-23).
‘TECRÎDA 22 SALAN KIRYAREKE ZALIMANE Û DERVEYÎ MIROVAYIYÊ YE’
Paech, rêber Abdullah Ocalan wek siyasetmedar û rêberê sereke yê tevgera kurdî ya Tirkiyê bi nav kir û diyar kir ku tecrîda 22 salan kiryareke zalimane û dermirovî ye û wiha got: “Komplo ji bo lewazkirina xweserî û naskirina nasnameya kurdan pêk hat. Eger Emerîka û Îsraîl û herwiha Almanya, Hollanda û Yewnanistanê nedayîna mafê penaberiyê ji Ocalan re destek nekirana, wê Tirkiyê nikaribûya rêber Ocalan dîl bigire.”
‘KOMPLO BINPÊKIRINEKE EŞKERE YA PEYMANA PENABERAN YA CINÊVÊ YE’
Paech got redkirina daxwaziya penaberiyê ya rêber Abdullah Ocalan berî komployê, binpêkirina Peymana Penaberan ya Cinêvê ye û wiha pê de çû: “Bêguman Ocalan penaberekî siyasî bû ku mafê penaberiyê jê re hat dayîn lê belê sirgûnî wan welatan hat kirin ku nehiştin bikeve hundirê xaka wan.”
‘DI KONSEPTA MÛZAKEREYÊN AŞTIYÊ DE OCALAN KESÊ NAVENDÎ YE’
Peach bal kişand ser pêşengiya rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Abdullah Ocalan, li ser bingehekî wekhev dikare bibe kesê navendî ji bo danûstandina konsepta aştiyê. Nelson Mandela 27 salan li girava Roben asê ma, tecrîd bû û pişt re bû serokê navdar yê Afrîkaya Başûr ya azad û demokratîk. Divê Abdullah Ocalan di pêvajoyeke ew qas dirêj û dermirovî de neyê girtin. Niha jî dikare bibe hêza siyasî ya herî mezin ya aştîxwaz û demokratîk ya Tirkiyê.”
NORMAN PAECH KÎ YE?
Norman Paech li Zanîngeha Hamburgê profesorê fexrî ye, di heman demê de parlamenterê berê û pisporê hiqûqa navneteweyî ye. Di 12’ê Nîsana 1938’an de li bajarê Bremenê yê Almanya ji dayîk bû. Paech li Bonnê li Wezareta Hevkariya Aborî ya Federal dest bi kariyera xwe kir. Wî li Hamburgê li Navenda Lêkolînê ya Federasyona Zanyarên Alman karê xwe yê lêkolînê berdewam kir. Paech, di 1975’an de li Zanîngeha Hamburgê profesorê zanistên siyasî bû, piştre li Zanîngeha Aborî û Siyasetê ya Hamburgê dersên hiqûqa giştî dan.