Koma Şano ya Qamişlo bi şanoyekê salvegera 7’an ya damezirandina xwe pîroz kir.
Pîrozbayî bi beşdarbûna welatiyan û gelek nivîskarên bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Rêveber û damezrînerê Koma Şano Ebdurehman Elî di pîrozbayiyê de axivî. Elî behsa xebata komê û jimara endamên wê kir û got, koma Şanoyê di salekê de 3 şanoyan pêşkêş dike, di nava 7 salan de 21 şano pêşkêş kirine. Elî navên hin şanoyan wiha rêz kirin: “Kevirê Mirinê, Keleha Kobanê, Jiyan” û got, jimara endamên komê 40 e.
Pişt re şanoyek bi navê “Xizmetgûzarî” hat pêşkêşkirin.