Hunermend û helbestvan Mihemed Elî Şakir di çilrojiya wefata wî de li bajarê Qamişlo hat bîranîn.
Bi pêmana çilrojiya wefata hunermend û helbestvanê Kurd Mihemed Elî Şakir, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo merasimek li dar xist.
Malbata hunermend, gelek hunermend, rewşenbîr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên bajarê Qamişlo di merasima bîranînê de amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Rêveber ya Herêma Cizîrê Tehet Yûnis, sersaxî ji malbata hunermend û hevalên wî re xwest. Herwiha behsa xebata wî ya hunerî kir û wiha got: “Xebat û têkoşîna hunermend Mihemed Elî Şakir cihê serfiraziyê ye, lewre jiyana xwe xist xizmeta vejandin û parastina çand û hunera kurdî û bi berhemên xwe bû dengê gelê xwe.”
Telet Yûnis diyar kir ku erkê her rewşenbîr û hunermendî ye ku xeta hunermend Mihemed Elî Şakir bişopîne û destkeftiyên şoreşa Rojava biparêze.
Endamê komîteya amadekar ya merasimê Aram Cewad jî got, wesiyeta nemir Mihemed Elî Şakir parastina welat û pêkanîna yekîtiya kurdî bû.”
Birayê hunermend, Mihemed Ezîz Şakir jî spasiya saziya ku merasima bîranînê li dar xisî kir û got, dirêjayiya 50 salî min û birayê xwe bi hev re kar kir û çûyîna wî barê min giran kir.”
Keça hunermend, Şîrîn Mihemed Şakir di bîranînê de axivî û got, ez bi bavê xwe û xebata wî serbilind im.”
Piştî axaftinan belgefîlmeke li ser jiyana hunermend Mihemed Elî Şakir hat nîşandan.
Hevrê Şakir û Deham Ebdulhemîd behsa hevaltiya xwe û nemir û xebata wî kirin.
Pişt re, helbestvan Anahîta Sîno helbest xwendin.
Di dawiyê de, hunermend Çîmen Hesen, Îmad Xelef, Sefqan Orkêş, Zoro Seyîd Yûsif û Mizgîn Tahir stiranên Mihemed Elî Şakir gotin.