Sorgul Şêxo/JINNEWS
Nalîn Memdûh Yûnis ya ji zaroktiya xwe ve bi heskirina nivîsa helbestan mezin bûyî, têkildarî helbestên dinivîse da zanîn ku helbest ji bo wê deryayeke bêdawî ye û wiha got: “Helbest diyarkirina hestên mirovan e. Ez di helbestên xwe de pirtir berxwedana şervan, jin, zarok û xwendekaran ya li hemberî dagîrkeran, vedibêjim. Ez her tim peyama berxwedanê didim pêş.”
Piştî Şoreşa rojavayê Kurdistanê jinan di qada wêje, çand û hunerê de xebata xwe pêş xist. Jinên nikaribûn bi zimanê xwe binivîsin piştî şoreşê êdî bi rehetî wêjeya xwe û hunera xwe bi zimanê xwe honandin. Nalîn Memdûh Yûnis ya 18 salî ya ji navçeya Til Temir ya Kantona Hesekê, yek ji wan jinan e ku di qada hunerê de xwe pêş xistiye. Nalîn ji zarokatiya xwe ve bi heskirina nivîsandin û xwendina helbestan, mezin bûye. Nalîn ku refa 10’an ya dibistana amadeyiyê dixwîne, li kêleka wê jî dema xwe bi nivîsandina helbestan derbas dike. Nalîn di gelek şahiyên ku tevlî dibe de, helbestên ku nivîsandine dixwîne û bi vê yekê bala şêniyên navçeya Til Temir tevan dikişîne. Nalîn têkildarî nivîsandina helbestê axivî.
‘Ez bi heskirina nivîsandina helbestê mezin bûm’
Nalînê di destpêkê de behsa zarokatiya xwe û heskirina xwendina helbestê kir û wiha got: “Ji zarokatiyê ve heskirineke min pir zêde ji helbestê re hebû û min dixwest ku bibim helbestvan. Ji 9 saliya xwe ve dema ku ez li refa 3. bûm, min helbest dixwendin û ji ber dikirin. Heta 12 saliya xwe min bi vî rengî dewam kir. Paşê ez fikirîm û min biryar da ku ez helbestan binivîsim û berhemên min yên taybet hebin. Min dîmen kom dikirin û li gorî wate û rêbazê wan helbestan, min helbestên taybet çêdikirin. Helbesta ku di destpêkê de min nivîsandî bi navê Bakur, Başûr û Rojhilat bû. Di vê helbestê de min xwest ku berxwedana lehengên têkoşerên Kurdistanê, bidim diyarkirin.”
‘Hinek helbestên min hê bi dawî nebûne’
Nalînê bal kişand ser kêliyên nivîsandina helbestê û wiha pê de çû: “Pêwîst e di bêdengî, tenêbûn û li ber mûzîkeke nizim bim, da ku ez bikarim helbestên xwe binivîsim. Carna jî di meşa li kolanê de yan jî ku ez karekî dikim, peyv tên bîra min. Wê demê eger ez wê peyvê nenivîsînim ji bîra min diçe. Carna jî ez saetekê ji xwe re vediqetînim û dihizirim. Dema ku mirov dikeve nava xeyalan û dihizire, dikare helbestê binivîse. Herwiha dema ku ez helbestê dinivisînim, pêwîst e ku ez xwe bikim şûna kesên şehîd, koçber an jî welat. Bi vî rengî ez ilhamê digirim û gotinên pir bedew tên afirandin. Yên ne xwedî hestên nazik bin, gotin ji dil dernayên û helbest nayê honandin. Hinek berhemên min ên derbarê Şoreşa rojavayê Kurdistanê de ku jinê pêşengiya wê kiriye hene, lê hê bi dawî nebûne.”
‘Helbest deryayeke bêdawî ye’
Nalînê da zanîn ku helbest pir kûr in, yên ku bikeve hundirê hestên wê winda dibe û wiha domand: “Mirov dikare ji helbestekê çar rûpelan binivîse, lê hinek helbest hene çiqasî kin û naveroka wan dagirtî be ewqasî hêsan e ku mirov bixwîne û jê sûdê bigire. Helbest deryayeke bêdawî ye, yê ku bikeve kûrayiya wê bêguman wê winda bibe. Helbest diyarkirina hestên mirovan e. Ez di helbestên xwe de pirtir berxwedana şervan, jin, zarok û xwendekaran a li hemberî dagîrkeran, vedibêjim. Ez her tim peyama berxwedanê didim pêş.”
‘Min li ser Waşokaniyê helbest nivîsand’
Nalînê piştî dagîrkirina Serê Kaniyê helbesta bi navê Waşokanî nivîsand û wiha ji me re behsa peyama ku dixwest tê de ragihîne kir: “Li Waşokanî ango Serê Kaniyê ne Kurd tenê, Ereb, Aşûrî û Sûryanî jî di nava wekheviyê de dijiyan. Dewleta tirkî yekîtiya neteweyên Serê Kaniyê weke metirsiyekê li ser desthilatdariya xwe didît. Ji ber wê herêm dagîr kir. Min helbestek bi navê Waşokanî nivîsand. Min di vê helbestê de berxwedana şervanan û vegera li warê Mîtaniyan ku wê rojekê rizgar bibe, aniye ziman.”
‘Ez hewl didim pirtûka helbestên xwe çap bikim’
Nalînê bi vê daxwaziyê wiha dawî li gotina xwe anî: “Daxwaziya min ew e ku dema pêş pirtir helbestên xwe pêş bixim. Gava duduyan jî ez hewl didim pirtûka helbestên xwe çap bikim û ez niha jî li ser dixebitim. Gava sisiyan û ya dawî jî ezê dibistana xwe xilas bikim. Paşê biçim Zanîngeha Rojava û beşa tipê yan jî parêzeriyê bixwînim, da civak bikare ji min sûdê bigire.”