Rêveberiya Ronahî TV bi daxuyaniyekê diyar kir ku serî li aliyên pêwendîdar yên hikumeta başûrê Kurdistanê dane da bûroyeke xwe li herêmê vekin, lê asayişa hikumeta Başûr serlêdana wan bêbersiv hiştiye.
Rêveberiya Ronahî TV di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ji destpêka meha Cotmeha 2020’an ve, Ronahî TV bi riya nûnertiya xwe ya resen ya ku paytexta Swêdê Stocholmê weke navendeke sereke jê re ye, daxwaznameyeke fermî û li gorî prensîb û qanûnên ragihandinê şand ji aliyên peywendîdar yên hikumeta başûrê Kurdistanê re. Tê de daxwazî kir ku bûroyeke Ronahî TV li paytexta herêma başûrê Kurdistanê Hewlêrê were vekirin da ku bikare bi awayekî hêsan û li gorî qanûn û prensîbên ragihandinê karê xwe bike. Lê mixabin bi behaneya ku Komîteya Pêwendîdar ji ber vîrûsa korona neciviyaye, Hêzên Asayişê li Hewlêrê ew daxwazname li cem xwe hiştiye û erêkirina ewleyî nedaye û heta kêliya nivîsandina vê daxuyaniyê ew daxwazî hê bêbersiv maye û me tu destûr ji bo meşandina karê xwe yê ragihandinê li başûrê Kurdistanê bi dest nexistine. Tevî ku desthilata hikumeta Iraqê erê kiriye û ji bo rêkarên fermî me serî li Desteya Rewşenbîran ya herêma başûrê Kurdistanê daye û li gorî formalîteya başûrê Kurdistanê belgeyên pêwîst ji saziyên peywendîdar hatine xwestin.
Li ser vî bingehî belge dema çû ber destê Asayişê, heta niha nehatiye erêkirin û ti bersiv nehatine dayîn. Em dibînin ku tiştên Asayişa başûrê Kurdistanê derbarê pêkneanîna civîna Komîteya Pêwendîdar de gotiye, behane ye. Di heman demê de em vê helwestê di cih de nabînin û dixin rêza binpêkirina mafê azadiya ragihandinê û pêkanîna fişarê li ser dezgehên ragihandinê.”