Rabîta Jinên Rewşenbîr di bin Sîwna Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê di 21’ê Hezîrnê li bajarê Qamişlo bi merasîmekî hate vekirin. Di vekirinê de Hevseroka Desteya Çandê Bêrîvan Xalid destpêka axaftina vekirinê bi xêrhatina mêvanan kir û wiha got: “Vekirina Rabîta jinê ji bo zindîkirin û çalakirina ramanên çandê, da ku jin karibe hemû hêza xwe derxîne. Bi vî rengî hemû jinên rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, hunermend û wênsazî di virde bin, da ku pênûsa jin zindî bikin.”
Derbarê vekirin û armanc Rabîtê Rojnameya Ronahî nerînên jinên beşdarvan girt û diyar kirin ku Rabîta Jinê Rewşenbîr ji bo pêşxistin û komkirina hemû jinan gavek erênî û serkeftî ye.”
RABÎTE YEKRÊZİYA JİNÊN REWŞENBÎRE
Rêvebira Kevana Zêrîn û Cîgira Seroka Rabîta Jinê Rewşenbîr Bêrîvan Oso wiha nerînê xwe anî ziman: “Hemû jinên xwedî pêsnû, huner û wênesazî di riya vê rabîtê de dikarin yek rêziya xwe avabikin. Ji ber ev rabîte derfetên pêşxistinê jinê di warê rewşnbîriyê de avabike, gelek jin hen xwedî çand û hunerek resenin, lê ji kêm derfet û ne hişyar bûn lawaz diman. Rabîte dê xwe bighîne hemû jinan û wan di bin siya xwe de kombike.”
Bêrîvan bal kişand ser makanîzmeya rabîte û got:”Seroka Rabîte Ahîn Mihemed, du Cîgirin Bêrîvan Oso û ji Desteya Niştîmanî Erebî ji Rena El Ewed, her wiha 5 jin Dîwan, têkîlî, regihandin, malî û arşîv ku bi giştî 8 jin di rabîtê de dixebitin. Bêrîvan wiha bi dawî kir: “Projeyên rabîtê, destpêkê emê serdana hemû sazî û dezgehên jinê bikin, her wiha di demên pêş de projeyên wekî avakirina pêşengeha wênesaziyê û kargehek taybet bi karên desta ên jin avabikin.”
ARMANC AZAD KİRİNA PÊENÛ Û RAMANÊN
JİNÊ YE
Rêvebira Rabîteya jinê Rewşenbîr a Herêma Cizîrê Ahîn Mihemed jî wiha got: “Jınên rewşenbîr ji destpêka sala 2017’an de kombuneke xwe çêkirin û di 3’yê Tîrmeha 2017’an de 1.Konferansa Rabîta jinên Rewşenbîr hate li darxistin û di encama konferansê de Meclisek rabîte ji hemû jinên pêkhateyan û hemû qadên rewşenbîrî wekî komîteya wêje, yekîtiya nivîskaran û çand û huner de hate avakirin.”
Ahîn anî ziman ku vekirina Rabîteya jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê yek ji biryarên konferansê bû û wiha bi dawî kir: “Armanc ku em hemû jin ji hemû pêkhateyan di milê rewşenbîrtî de di bin sîwanekê de li hev kom bikin û jin di qada rewşenbîrtiyê de xurt bikin. Her wiha di demên pêşde mîna vê rabîteyê li hemû herên Bakurê Sûriyê vebin.”
PÊWÎSTE RAMANÊ
JİN JÎ AZAD BE
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrê Minbic û gundewarên wê Aliya Şahîn destpêkê vekirina vê rabîte li hemû jinan pîroz kir û got: “Ji bo pêşxistina jinê di qadên rewşebîrtiyê de gavek girîng û erînî ye û cihê şehnazîyê ye ku ev yekemîn rabîte ser asta Bakurê Sûriyê ve dibe. Ev gavek dîrokîye ji bo hemû jinan.”
Aliya Şahîn dawî kir: “Jin ne tenî di milê bedenî de azad bibe, pêwîste destpêkê di milê hişmendî de jî azad bibe, ji ber dema jina rewşenbîr civakê bi rêvebibe wê civakê pêşbixe, jin kevirê bingehî ê avakirina civakek exlaq û polîtîk e.”
Melek DEMÎRTAŞ






