Leylan RESO/Qamişlo
Piştî êrişên dewleta tirkî yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, bi hezaran malbat koçber bûn. Ji ber kiryarên hovane yên çeteyên Tirkiyê, şêniyên her du bajaran neçar man ku keda xwe ya bi salan li erdê bihêlin.
“ME DIGOT ÇEND ROJ IN EMÊ VEGERIN”
Têkildarî mijarê li Kampa Newroz jina bi navê Asya Mihemed, li ser koçbberiya xwe wiha axivî: “Ez ji gundê Helebiyê yê bajarê Serê Kaniyê me. Bi destpêkirina êrişê re em çûn bajarê Hesekê. Em li wir li mala dostên xwe man. Me digot çend roj in emê vegerin malên xwe, me nizanîbû ku wê ev êriş dewan bikin û bajarê me were dagîrkirin. Dema me bihîst ku ji bo koçberan Rêveberiya Xweser Kampa newroz vekirine, me berê xwe da wir û em lê bi cih bûn.
Asya Mihemed bal kişand ser rewşa zarokên xwe û axaftina xwe wiha domand: “Kurek û du keçên min hene. Ji zikmakî ve nexweşiya rebû bi wan re heye. Ji ber ku nexweşiya wan giran e, nexweşxaneya kampê nikare wan derman bike. Weke din ji ber ku sobeya me jî ya gazê ye, her ku diçe rewşa wan xirabtir dibe. Ji ber wê ez wan dibim neweşxaneya Dêrikê.”
“DEWLETA TIRKÎ DIXWAZE GELÊ KURD TINE BIKE”
Asya Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek xelkên ku em wan nas dikin dev ji vir berdan çûn welatên din. Ji me re digotin bi me re werin, lê em nikarin dev ji xaka xwe berdin. Ezê li benda roja azadiya xaka xwe bim. Dewleta tirkî dixweze gelê Kurd tine bike. Ji ber wê divê em li ber xwe bidin û derfetê nedin planên wê. Ez bang li sazî û dezgehên navneteweyî dikim ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin û çavên xwe ji rastiyê negirin.”