Serokê Partiya Sûriya Paşrojê got, dewleta tirkî û hikumeta Şamê hewl didin di nava gelên bakur û rojhilatê Sûriyê de fitneyê derxin. Herwiha bang li gelê Sûriyê kir ku roleke baş bilîzin, da dûrî planên Enqere û Şamê çareyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin.
Hikumeta Şamê û endamên “Dîfa El-Wetenî” yên girêdayî wê di van demên dawî de hewl dan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tevlîheviyê derxin.
Li ser mijarê, serokê Partiya Sûriya Paşrojê Îbrahîm El-Qeftan behsa armancên hikumeta Şamê û dewleta tirkî kir û got, ev nîşan dide ku hikumeta Şamê naxwaze diyalogan ji bo bidawîkirina aloziya li Sûriyê pêk bîne.
El-Qeftan da zanîn ku di navbera dewleta tirkî û hikumeta Şamê de planeke hevbeş ya derbkirina Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê heye û wiha got: “Dewleta tirkî û hikumeta Şamê naxwazin aloziyê çareser bikin, dixwazin temenê aloziyê dirêj bikin û fîtneyê li herêmê derxin.”
El-Qeftan, li ser dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehba û nakokiya li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne axivî. Herwiha li ser rola Rûsya wiha axivî: “Bêguman girêdanek di navbera dorpêça li ser kantona Şehba û bûyerên li bakur û rojhilatê Sûriyê heye. Em dibînin ku di navbera Rûsya û dewleta tirkî de lihevkirinên siyasî hene, çawa li Eyn Îsa pêk hatiye. Rûsya ji QSD’ê xwest bajarok yan radestî hikumeta Şamê bike yan jî radestî çeteyên girêdayî dewleta tirkî.”
Îbrahîm El-Qeftan li ser berjewendiyên hêzên navneteweyî jî wiha axivî: “Em her tim ji gelê Sûriyê re dibêjin ku dewletên dibêjin, em dostê gelê Sûriyê ne yan jî garantorê çareserkirina aloziya Sûriyê ne, li ser vê xakê berjewendiyên xwe dimeşînin. Ji ber wê divê welatiyên Sûriyê deriyekî bibînin, da ku aloziya Sûriyê çareser bikin, ew derî jî diyaloga Sûrî bi tevayiya aliyên Sûriyê re ye.”