Rojnameya Ronahî

Rêxistina Efûyê xwest Zeynep Celaliyan were berdan

Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo berdana siyasetmendara Kurd Zeynep Celaliyan ya li Îranê girtî û ji bo balê bikişîne ser rewşa wê name ji Serokê Dadgeha Bilind ya Îranê Îbrahîm Reîsî re şand. Name balê dikişîne ser binpêkirina mafên mirovan ku Celaliyan pê re rûbirû dimîne. Ji ber ku rewşa tendiristya wê her ku diçe xirabtir dibe ji rayedaran hat xwestin tavilê were berdan. Di nameyê de hate gotin Zeynep Celaliyan 6 sal in li girtîgehê nayê dermankirin û 29’ê Nîsana 2020’an jî testa wê ya Kovîd-19 jî pozîtîf derketiye.