Rojnameya Ronahî

Cemîl Bayik: Siyaseta hevpar a dewleta Tirk û PDK’ê ji bo gelê Kurd xetereyeke mezin e  (1)

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ji bo gelê Kurd xetereke mezin çêkir û got “Divê PDK soz bide ku sîxûriya Tirkiyê neke. Xizmeta siyaseta qirkirinê neke.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bernameya taybet a Stêrk TV re axivî. Beşa yekemîn a hevpeyvîna Cemîl Bayik wiha ye:

Niha li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê tê meşandin. PKK di bin rêbertiya Rêber Apo de li dijî vê siyasetê sekinî. Gelê Kurd ji bo ji qirkirinê rizgar bike, xwest weke hemû gelên cîhanê li ser welatê xwe bi azadî, nasname û nirxên wan bide jiyîn. Ji bo wê ji bo gelê Kurd tekoşînekî dîrokî pêş xist. Ne hişt ku dewletên dagirker ê faşîst ê qirker, dîsa bi taybet siyaseta qirker a dewleta Tirk bi dawî bike. Bi gelek şêwazan xwest vê siyasetê bimeşînin, lê PKK’ê rê neda vê. Dîtin ku bi siyaseta ku heta niha meşandî nikarin. Ji bo wê Tirkiye guhertinek ji bo xwe esas girtin. Li Tirkiye di rejîmê de guhertin çêkir. Rejîmekî serokkomarê li Tirkiye pêş xist. Ew temamî ji bo bikarin qirkirina Kurd pêş bixin, pêk anîn. Sedema wê ew e. Ji ber ku weke din nikaribûn qirkirinê temam bikin. PKK’ê ev vala derxist. Dîtin ku heta PKK’ê tesfiye nekin, nikarin vê armancê pêk bînin. Ji bo wê jî lazime divê di sîstemê de guhertinê çêbikin. Niha sîstema li Tirkiye Tayyîp Erdogan, Bahçalî, Ergenekon dimeşîne, ji bo wê hate pêşxistin. Armanc ew e. Niha, Tirkiye siyaseta xwe ya hundir a derve bi temamî li ser qirkirina Kurdan pêş dixe. Yekan e armanca wan ew e ku çawa bikarin PKK’ê tesfiye bikin û qirkirina Kurd jî temam bikin. Qirkirina ne tenê li Bakur esas digirin, temamî li hemû başên Kurdistanê ji bo xwe kirine armanc. Dijminê tevahî Kurdan e. Ne tenê dijminê PKK’ê an jî kurdên li gel PKK’ê cih digirin, yan jî Kurdên azadiyê dixwazin. Belkî destpêkê vê dikin hedef, lê hedefê xwe temamî tinekirina Kurdan e. Her ku diçe ev zêdetir tê famkirin. Niha Tirkiye yek jî endamê NATO’yê ye, eleqeya xwe bi Yekîtiya Ewropa re heye, bi van têkiliyên xwe şantaj û tehdîdan jî li her kesê dike. Ji vê hêzê werdigre, bi vê hêzê dixwaze hedefa xwe pêk bîne. Li gel vana yek jî, Şerekî Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin. Dixwazin di vî şerî de encam bigirin, di vî şerî de qirkirinê temam bikin. Wisa hesab dikin, dikarin vê hedefa xwe pêk bnînin. Lê astengiya herî mezin PKK ye. Heta ku PKK’ê tesfiye neke, nikare vê hedefê pêk bîne. Ji bo wê bi hemû hêza xwe dixwaze PKK’ê tesfiye bike. Tê zanîn Komploya Navneteweyî li Şamê destpê kir, vêya Iraq li Başûr dewam dike, dixwaze temam bike. Ji bo wê wexta li Şamê destpê kirin, heta niha di vir de israr dikin. Gelek textîk guhertin ku bikarin komplo bigihînin hedefê. Hatina Hûlûsî Akar, Hakan Fîdan, Fermnadarên Giştî bi şêwazê heyet, hem serdana Iraqê û hem jî li Hewlêrê jî bi rêveberên PDK’ê re civiyan. Bi Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî re civiyan. Ev hatin bi temamî ji bo PKK’ê tesfiye bikin e. Ev hêzekî leşkerî û îstixbaretî ye. Ne weke hêzekî aborî û siyasî ye. Eger heyetek ji hêzekî leşkerî û îstixbaretê çêbikî, her kes zane armanca wan operasyonên leşkerî ne. Ji bo wê zarok jî vê fam dike. Ê niha di tesfiyekitina PKK’ê de ti berjewendiyeke zêde ya Iraqê nîne, ji bo wê li ser Iraqê re şantaj û tahdîdan dike. Vê hem Tirkiye û hem jî PDK dimeşîne. Ji ber ku Iraq pirsgirêkên xwe yên giran hene, hinek lewaziyên xwe hene, nikare li dijî vanan bisekine; vana ji vê sûd dibînin. Tehdît û şantajan li ser hev li ser Iraqê çêdikin, ji bo ku bikarin hedefê xwe pêk bînin. Ji bo wê Tirkiye û PDK bi hev re pîlanekê dimeşînin. Dixwazin Iraqê jî tevlî vê bikin ji bo ku berjewendiyên Iraqê zêde têde nîne, bi şantaj û tehdîdan li ser dikin. Ev rewşekî pir cidî ye, divê her kes vê fam bike. Niha, PDK berê bi dizî dijmininahiya PKK’ê dikir, bi dizî li gel Tirkiye li dijî PKK’ê disekin. Lê niha îro vê bi eşkere dike. Bi hatina Hûlûsî Akar êdî her tişt eşkere kir. Tiştekî veşêrin nema. Çima eşkere dikin? Ji ber ku heta niha bi dizî dikirin, encam nedigirtin. Ji bo wê neçar man ku eşkere dikin. Ji xwe her kesê fam kir, dîtin. Tehşîr bûye. Hem Tirkiye û hem PDK. Di siyaseta li dijî Kurd û PKK’ê dimeşînin de tehşîr bûye.

Ji ber wê bi eşker dijminayiyê dikin. Siyaseta ku PDK dimeşîne bi temamî di xizmeta dewleta Tirkiyeyê de ye. Xizmeta qirkirina Kurdan dike. Tirkiye ji ber ku pêwîstiya xwe bi PDK’ê heye di tesfiyekirina PKK’ê û qirkirina Kurd de, ji bo wê nayê li ser PDK’ê û çavê xwe digre. Ji ber PDK li gel Tirkiyê dijminahiyê bi PKK’ê ji Kurdan re neke, ji ber vê çendê Tirkiye nikare bi xwe hedefa xwe tesfiye û qir bike. Mirov li dîrokê binêre hertim dewletên dagirker hinek Kurd li gel xwe bikar anîne. Çi dema ku derbe li Kurdan da, dibêje yê xiyanet li gelê xwe kirî wê ji bo min jî hîn xiyanetên mezintir bike, pêwîste jiyan neke û hemû jî kuştine. Ger ku mirov dîrokê baş lêkolîn bike mirov wê vê baş bibîne. Ev rewşek pir cidiye. Pêwîste gelê Kurd van baş fam bike. Ev planên ku dewleta Tirk bi piştgiriya PDK’ê dixwaze li dijî PKK’ê li dijî Kurdan bimeşîne, tenê PKK’ê eleqeder nake hemû Kurdan eleqeder dike. Îro PKK rûmet û şerefa Kurd e, yê ku Kurd li cîhanê dayî naskirine, yê ku li cîhanê rêz ji bo Kurd çêkiriye, Kurd kiriye mînak ji bo cîhanê. Niha PKK li tevahî Kurdistanê rûh dide gelê Kurd, hest û rûhê gelê Kurd mezin dike, têkoşîna wê mezin dike, nirxê wî mezin dike. Êrîşkirina PKK’ê êrîşa li dijî gelê Kurd tevahiye. Netenê wisa êrîşa li ser PKK’ê ye, êrîşa li ser Kurdên ku li gel PKK’ê tevger dike ye. Dewleta Tirk dizane ku ger derbeyê li PKK’ê bixe, wê bi hêsantir li yên din bixin. Ji ber ku li dîrokê jî wisa kiriye. Kê berxwedan kiriye, kê derbe kiriye yê ku alîkariya Tirkiyeyê jî kiriye hemû di seatekê de tesfiye kirine. Ev rastiyeke. Ji bo vê pêwîste ku kes ne bêje ev hevdîtinên PDK û Tirkiye tenê li dijî PKK’ê ne, ti eleqeye min li gel nîne, bandorek a wê li ser min çênabe. Dibe ku di kesayeta PKK’ê de ev hevdîtin pêk werin, lê di rastiye xwe de ji bo tesfiyekirina gelê Kurd tevahiye.

Talûkeyek mezin ji bo gelê Kurd çêdike. Pêwîste her kes vê cidî bibîne. Me ne xwest ku ti caran PDK bi dewleta Tirk re wer planan bimeşîne. Wisa xizmeta tesfiyekirina PKK’ê û qirkirina gelê Kurd bike. Lê mixabin tiştên ku çêdibin li ber çava ye. Pêwîste her kesek vê bibîne. Ji bo Kurdan rojev ev e, rojeva yekemîne. Pêwîste Kurd rojeveke din ji bo xwe çênekin, gel rojeveke din ji bo xwe çêbikin xwe dixapînin û dikevin xefletê. Wê çawa li dijî vê siyasetê rawestin û nehîlin ku PDK û Tirkiye pêkve vê siyaseta qirkirinê pêş bixe. Pêwîste li dijî vê rawestin û rê nedin ku kes vê siyasetê bimeşînin, ji ber ku bimeşînin wê ziyanê bidin tevahî gelê Kurd.