Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçber di bin şertên zehmet de dijîn

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Koçber di bin şertên zehmet de dijîn
Share on FacebookShare on Twitter

Bi hatina havînê û zêdebûna germê re koçberên li kampên bakurê Sûriyê di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Niha li kampên bakurê Sûriyê bi deh hezaran koçberên Sûriyê û Iraqê hene. Şêniyên kampa Eyn Îsa jî bang li saziyên navnetewî kirin ku alîkariya wan bikin.

Ji sedî 50 çadirên kampa Eyn Îsa ji ber rewşa hewayê riziyan. Koçberên kampê banga alîkariyê dikin. Her wiha rêveberî hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike lê rêxistinên mirovî rewşa kampê paşguh kirine.
Di kampa navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî de nêzî 13 hezar koçberên ji hemû bajarên Sûriyê û Iraqê dijîn. Koçber li ser 2 hezar û 700 çadirên biçûk belav dibin. Di demên dawîn de ji ber rewşa hewa nêzî hezar û 300 çadir riziyan.
Ji ber zêdebûna germahiyê ji sedî 50 çadirên koçberên kampê zirar dîtiye. Ji ber ku çadir ji qûmaş in, baş nehatine çêkirin. Ji ber vê yekê bi sedan malbat bê cih û war mane.
Nêzî 750 çadir dibe ku werin sererast kirin, her wiha 550 çadirên din bi temamî riziyane û êdî nema tên bikaranîn.
Di vê çarçoveyê Lûeyî El-Selama û Xalid El-Elî ku di kampê de dimînin, destnîşan kir ku wan hêviyên xwe ji saziyên alîkariyê qut kirin û dest bi sererastkirina çadirên xwe kirin da ku xwe ji tavê biparêzin. Her wiha destnîşan kirin ku çadirên ku di her çadireke neriziya de 2 malbat dijîn.
Her du koçberan bang li rêveberiya kampê û rêxistinên alîkariyê kirin da ku di demeke nêz de alîkariya wan bikin û rewşa wan di ber çavan re derbas bikin.
Hevserokê Komîteya Kampê yê navçeya Eyn Îsa Celal El-Eyaf jî diyar kir ku wan 550 çadir ji koçberan re peyda kirine û wê di hefteya li pêş me li wan belav bikin. El-Eyaf di axaftina xwe de da zanîn ku hemû rêxistinên mirovî rewşa kampê û koçberan paşguh kirine…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.