Endamê Desteya Rêveber ya Partiya Sûriya Paşrojê Ezîz Hesen got; Efrîn hatî dagîrkirin ne herêmeke terorîstan bû. Rêveberiya Xweser ya Efrînê 200 hezar koçberên ji herêmên Sûriyê pêşwazî kirin.
Bi pêmana salvegera 3. ya êrişên dewleta tirkî û çeteyên wê yên ser Efrînê, Partiya Sûriya Paşrojê li bajarê Reqa civînek ji gel re li dar xist.
Civîn ku li hola El-Tac ya li başûrê Reqa hat lidarxistin, bi sedan welatî, endamên saziyên sîvîl û endamên Partiya Sûriya Paşrojê, beşdar bûn.
Di civînê de, endamê Desteya Rêveber ya Partiya Sûriya Paşrojê Ezîz Hesen, di axaftina xwe de behsa dîroka Rojhilata Navî û planên dewletên biyanî yên li ser vê herêmê kir.
Ezîz Hesen diyar kir ku dewleta tirkî dixwaze împaratoriya Osmanî vegerîne, vê xakê dagîr bike û di nava gelên herêmê de aloziyê derxe. Herwiha hewl dide van herêman tevlî xaka xwe bike, lê wê nikaribe pêk bîne.
Hesen da xuyakirin ku Efrîn ne herêmeke terorîstan bû, 200 hezar koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê lê hebûn. Jiyaneke hevbeş ava kiribûn û xwebixwe bi rê ve dibirin û axatina xwe wiha qedenad: “Reqa û Partiya Sûriya Paşrojê sozê didin gelê Efrînê ku heta rizgarkirina warê wan li kêleka wan bin. Em sozê didin QSD`ê jî ku heta qewitandina dagîrkeran ji herêmên dagîrkirî li kêleka wan bin.”
Pişt re li ser dîroka Sûriyê û sûcên dagîrkeriya tirkî yên li Efrînê, sînevizyonek hat pêşandan.