Bi armanca zindîkirina ruhê çandê bi nifşên nû re û piştgiriya zarokan, Tevgera Çand û Hûnerê li navçeya Til Temir şahiyek li dar xist.
Zarok paşroja civakan ronî dikin, dilpak û nefspiçûk in. Ji ber wê di zaroktiyê de çi bigirin wê ew bi wan re mezin bibe. Berî du mehan Tevgera Çand û Hûnerê ya Demokratîk li navçeya Til Temir, serdana bi dehan malbatên zarokan kir. Armanca serdanê ew bû ku malbat piştigriyê bidin zarokên xwe û zarokên wan hînê çanda resen bibin. Bi vê armancê gelek malbatan zarokên xwe şandin navenda Çandê. Mamosteyên mûzîk, stiran û alavên hûnerê, zarok perwerde kirin. Piştî perwerdeyê li Navenda Çand û Hûnerê ya Demokratîk şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dehan zarok û malbatên wan amade bûn.
Endama Navenda Çandê ya Kevana Zêrîn Reşa Hisên, derbarê çêkirina vê şahiyê de ev yek anî ziman: “Armanca me ew e ku em bikarin di roja me ya îro de çanda resen biparêzin. Navenda Çand û Hûnerê ew navenda ku bûye himbêza hemû zarokan. Em daxwazî dikin ku malbat jî piştgiyê bidin zarokên xwe ku pirtir çanda xwe nas bikin.”
Piştî axaftinê 3 komên stiranan, stranên xwe pêşkêş kirin.
Paşê lîstika şanoyê ya bi navê “Zaroktî” ku rêwîtiya zarokan di jiyanê de û vegera wan li çandê vedibêje, hat pêşandan.
Şahî bi coş û moralekî mezin bi dawî bû.