Bi nêzîkbûna salvegra êrîşên dewleta tirkî yên ser Efrînê Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê pêşangeheke wêneyan vekirin.
Pêşengeh li navenda Çand û Hunera Taxa Eşrefiyê bi tevlîbûna bi dehan şêwekar, hunermend, endamên sazî û dezgehên sîvîl, hat vekirin. Di vê pêşangehê de bi dehan wêne û tabolyên ku destnîşanî êrîşên dewleta tirkî dike, herwiha êş û zehmetiyên Efrîniyan di dema êrîşê de dîtîn hatine xêzkirin. Pêşangehê sê rojan dewam kir. Têkildarî naskirina armancên vekirina vê pêşangehê Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid axivî.
‘Dijmin her li pey xwe xerakirin hiştiye’
Leylayê li ser vekirina vê pêşangehê nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Bi salvegera êrîşên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser bajarê Efrînê, me xwest em vê pêşangehê li dar bixin. Dijmin her li pey xwe xerakirin, tundî û koçberî hiştiye. Me jî xwest em vê yekê bi riya vê pêşangehê bi gelê xwe re par ve bikin. Gelek şêwekar bi tabloyên xwe tevlî pêşengehê bûn. Hemû tabloyên di pêşangehê de rewşa li Efrînê, xweza, koçberî û xerakirina bi êrîşan re nîşan didan. Em dixwazin çand û dîroka xwe jî ji cîhanê re par ve bikin, ji bo wê hin tabloyên ku bi çanda me jî têkildar e hene. Bi hêviya serkeftinên ji hemû şêwekaran re.”