Lêzan EBDIKÊ/Qamişlo
Maratona vê carê pir cuda bû. Cara yekê ye li Rojava maratoneke bi vî rengî li dar dikeve. Kampanya, “Ez biskilêtekê dixwazim” ya bi pêşengiya Federasyona Werzişê û piştgiriya ragihandinê ku berî du mehan li herêma Cizîrê dest pê kiribû, bi dawî bû.
Kampanyayê, bi gotara hevala me Mîdya Xanim “Jinên kevneperestiyê dişkînin” dest pê kiribû. Li ser piştgiriya ragihandinê kampanya fireh bû û ji bo pêşengiya maratonê li her bajarî tîmek hat avakirin. Armanc ji maratonê ew e ku keç û jin bêfikar li bisiklêtan siwar bibin.
Maratona yekê li Amûdê ji zîvroneka Dirbêsiyê dest pêkir û li qada Peykera Jina Azad qediya
“TI KES NIKARE VÎNA ME BIŞKÎNE”
Seroka tîmê, Mîdya Xanim li ser mijarê wiha axivî: “Çar sal in di rojnameya Ronahî de kar dikim; hem nûçegihan hem edîtor im. Berî du mehan bi nivîsekê min dest bi vê kampanyayê kir. Tîma me ji 25 jinan pêk dihat û ev gava me ya yekê bû û gelek serkeftî bû. Kampanya me pir deng veda û gelek jin tevlî bûn. Lê hê kampanya me neqediyaye. Emê hewl bidin li seranserê bakur û rojhilatê Sûriyê pêşpaziyan çêkin. Armanca me ji vê kampaniyê ew e ku her jina ji ajotina biskilêtê hes dike, bikare bi azadî biajo. Çiqas dijberî hebe jî emê vê têkoşîna xwe bidomînin. Lewra ti kes nikare vîna me bişkîne. Hêvî dikim her kes pêşgiriya me bike.”
“ŞERM E, TU KEÇ Î”
Di pêşbaziyê de keça di dereceya yekê de bi ser ketî Rîm Hisên, li ser serketina xwe wiha axivî: “Ez ji bajarê Qamişlo me û temenê min 15 ye. Ji zaroktiyê ve ji ajotina biskilêtê hes dikim. Bi mezinbûnê re heskirina min jî mezin bû. Digotin; şerm e nabe tu biajoyî. Bi serê min nediket ka çima şerm e. Bersiv ev bû: “Tu keç î.” Lê bi vê kampanyayê ez gihatim armanca xwe û di pêşbaziyê de bûm ya yekê.”