Sorgul Şêxo/JINNEWS
Li gorî çanda kevnar dema baran nabare Bûkên Baranê tên amadekirin û zarok li kuçeyan digerînin. Yek ji jinên vê kevneşopiyê didomînin Hemdiya Kûtê, diyar kir ku li Til Temir vê kevneşopiyê didomînin û got pêwist e li vê çandê xwedî derkevin.
Çanda Bûka Baranê heta roja îro li Til Temir ya herêma Firatê didome. Dibe ku ‘Bûka Baranê’ di roja me ya îro de zêde neyê bikaranîn, lê xwedî çandeke kevnar e. Bi gelek rêbazan ev çand hatiye domandin û ji nifşekî derbasî nifşekî din bûye. Hemdiya Kûtê ya 60 salî ya li navçeya Til Temir ya Kantona Hesekê, ji me re ev çand vegot.
‘Her çîroka tê gotin dîrokeke wê heye’
Hemdiyayê bi kêfxweşî û çavên bendewar wiha behsa çanda Bûka Baranê kir: “Salên ku baran dereng dibariya, me û dayîkan dest bi tevgerê û zindîkirina çanda dapîr û bapîrên xwe dikir. Me çanda zêw, li rex wê jî Bûka Baranê çêdikir û em li kolanên taxan digeriyan. Me tasek dew dirijand da ku pez stewr nebe û giha çêbe. Rojên berê pir xweş û biwate bûn. Ew rojên ku di her çandeke wê de dîrokeke veşartî hebû di roja me ya îro de pir kêm bûye.”
‘Bûkên Baranê tên gerandin’
Hemdiyayê behsa çêkirina Bûka Baranê kir û wiha dirêjî da gotina xwe: “Em çend daran berhev dikin, jê dest û lingan çêdikin. Paşê em kincên xwe yan jî kefiyên dayîkan li wan dikin û bi vî rengî em Bûkên Baranê çêdikin. Bi çêkirina Bûka Baranê re em dua dikin ku baran bibare. Taybet di van salên dawî de zarok Bûkên Baranê digerînin, ji ber ku zarok dilpak in û duayên wan tên qebûlkirin. Li gorî baweriyên me di saetên rozêrînê de em Bûka Baranê digerînin, ji ber ku di wê saetê de asîman şîn e, bê ewir e û rihet duayên zarokan dikarin biçin jorê. Di wê demê de jî pêwîst e mirov hemû li kolanê bin, da ku duayên wan werin qebûlkirin.”
‘Pêwîst e em xwedî li girîngiya vê çendê derkevin’
Hemdiyayê girîngiya domandina vê çandê anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger dapîr û bapîrên me ev çand heta roja îro parastine, pêwîst e em jî xwedî li girîngiya wê derkevin û biparêzin. Ji bo baran bibare û bîrên avê nemiciqin, me kevir kom dikirin dixistin tûrekî û paşê me girê dida. Paşê li ser dua dikir û davête hundirê bîra avê. Ev jî çandek e ku di nava derbasbûna salan re winda bûye. Pêwîst e îro ev çand were parastin, da ku nifşên nû çanda xwe ji bîr nekin.”