Darîn SILÊ/Qamişlo
Paşroja her welatî zarokên wî ne û di warê pêşketina civakê de xwedîrolekî mezin in. Li bakur û rojhilatê Sûriyê tevî zor û zehmetiyan, zarok ji hunera xwe dûr neketine. Li bajarê Qamişlo şagirtên dibistana Mihemed Selîm Xelef bi wêne û stiranan heskirina xwe ya hunerê didin diyarkirin.
Li ser mijarê şagirtê bi navê Fuad Mesûd Yûnis, ku bi temenê piçûk keyf û hestên xwe bi stiran û çêkirina wêneyan dide diyarkirin, wiha axivî: “Ez dehsalî me. Di refa çaran de dixwînim. Pir ji hunerê hes dikim. Du sal in fêrî çêkirina wêneyan bûme. Ez wênayan ji xeyalê xwe çêdikim û piraniya wêneyên min yên fîlmên kartonî ne. Dema li tel
evizyonê temaşê dikim, wêneyên bala min bikşînin çêdikim. Ez stiranan jî dibêjim, lê pirtir ji wêneyan hes dikim. Stiranên min tev li ser welat û heskirinê ne.”
“DIXWAZIM DI PAŞROJÊ DE BIBIM WÊNEGER Û STIRANBÊJ”
Fuad Yûnis axaftina xwe wiha qedand: “Ez wêneyan bi rengên textî û avî çêdikim, lê piranî yên textî bi kar tînim. Li dibistanê her tim hevalên min wêneyan ji min dixwazin. Ez ji wêneyên ser dîwaran jî hes dikim. Li malê dema xwe bi çêkirina wêneyan derbas dikim. Ji ber ku ji rengan pir hes dikim, xaltîka min rengên textî ji Ewropa ji min re şandine. Carna diçim navenda Çand û hunerê jî. Malbata min jî ji çêkirina wêneyan hes dike. Gelek caran dêbavên min jî bi min re dibin alîkar. Dixwazim di paşrojê de bibim wêneger û stiranbêj.”
“ZAROK RONAHIYA PAŞROJÊ NE”
Têkildarî mijarê mamosteya Fudad, Canê Silêman jî wiha axivî: “Ez mamosteya refa çaran im û perwerdeya wêneyê didim. Li dibistanê refek ji bo wêneyan heye. Xwendekar tev li vir wêneyan çêdikin. Me pêşangehek hazir kiriye, di demên pêş de emê vekin. Di pêşangehê de emê wêneyên şagirtên xwe jî pêşkêş bikin, bi taybetî yên Fuad. Çimkî wêneyên wî pir xweşik û balkêş in. Wê hunermendekî xurt jê derkeve. Xwesteka me ew e, ku xwendekar tev hestên xwe bi hunerê derxin û li çanda xwe xwedî dekevin. Em bihêvî ne ku navenda çand û huner jî li van zarokan xwedî derkeve. Çimkî zarok ronahiya paşrojê ne.”