Hediya HISÊN/Amûdê
Destaya Ciwanan û Werzişê ya herêma Cizîrê, bi durişma “Em serkeftina xwe bi hunerê xêz dikin” ji bo gihandina nifşekî nû, dest bi pêngava pêşbaziyê kir.
Derbarê mijarê de endamê Ofîsa Destaya Ciwanan û Werzişê Hemîd Hac Hemo ev agahî dan: “Berî destpêkirina pêngavê me pirsnameyek belav kir. Di pirsnameyê de gelek beşên werzişê hatibûn nivîsîn. Lê xêzkirina wêneyan daxwaziya herî bilind bû. Ji bo wê jî me dest bi vê pêngavê kir. Armanca me ji pêngavê piştgiriya ciwanan û pêşxistina wan e. Pêşbazê ji her kesî re vekirî ye, lê temenê tevlîbûnê ji 15 heta 30yan e. Heta niha 32 kesî serî lê daye. Emê kaxiz û pênûsên B2, B6 li beşdaran belav bikin. Yê wêneyan binirxîne jî wê mamosteyek wêneger be. Pêşbazî wê li sê bajaran çêbe; li Hesekê 22/1/2021, Qamişlo 25/1/2021 û Amûdê 28/1/2021. Kesê ku di pêşbaziyê de bi ser bikeve wê bê xelatkirin û wê perwerdeya wêneyan jî bibîne.”
Hemo axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo dema pêş ji ciwana re gelek projeyên me hene. Ez bihêvî me ciwan hemû tevlî van pêşbaziyan bibin. Çimkî ciwan ronahiya paşrojê ne.”