Rêveberê stasyona 47an Silêman Xelîl diyar kir ku projeya anîna avê ji Firatê wê rojane li derdora 15 hezar metrekab avê bide Hesekê.
Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wê stasyona Elok ya li Serê Kaniyê dagîr kirin, li bajarê Hesekê û gundewarê wê aloziya avê derket.
Li gorî rêveberê Projeya Stasyona Bajarokê 47’an endezyar Silêman Xelîl diyar kir ku 4`ê Çile dest bi sererastkirina xetên avê kirine.
Xelîl da zanîn ku binesaziya projeyê berê hebû, lê ne di xizmetê de bû û gotina xwe wiha domand: “Av ji çemê Firatê digihîje stasyona navçeya Siwer ya li Dêrezorê û ji wir jî diçe stasyona El-Îlewa ya nêzîkî bajarokê Mergeda û ji wir jî digihîje stasyona Şedadê ya bere. Berî niha navê projeyê; projeya avdana gundên Hesekê bû.
Endezyar Silêman Xelîl wiha got: “Dema çeteyan herêm dagîr kirî xetên avê xerab kiribûn û niha tên sererastkirin. Di heman demê de wê proje avê bide stasyona Ezîziyê ya Hesekê.”
Silêman Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê di saetekê de 400 metremukab be û di encamê de miqdarê ava ku bigihîje hewzên avê yên li Hesekê 15 hezar metremukab e.
Tê payîn ku di dawiya meha Adara 2021`ê de proje bikeve xizmetê.