Leylan RESO/Qamişlo
Jiyana zaroktiyê xweş e. Divê zarok ti carî ji zaroktiya xwe bêpar nemînin, lewre rolekî civakî li pêşiya wan e. Zarokên tên zewicandin ji pîşe û xwendinê bêpar dimînin.
“ZAROKÊN WEKE BERXÊ ŞÎRKUŞTΔ
Derbarê zewicandina di temenê piçûk de welatiya bi navê Diyala Ehmed nêrîna xwe wiha diyar kir :”Zewicandina zarokan şaş e. Dema yek zarok be û bibe dayîka zarokan, yan zarok be û bibe bavê zarokan, nikare xwe xwedî bike wê çawa zarokan xwedî bike. Lewre ji jiyanê tiştekî fêm nakin. Ji bo ku xwendina xwe biqedînin û bibin xwedîpîşe, ji bo zewazê temenê baş 25 e. Yên zû dizewicin bêpîşe dimînin. Weke din dibe sedema devjihevberdanê jî. Ew jî malxerbbûn e. Dibin weke berxê şîrkuştî. Zarok nizanin wateya zewacê çi ye. Di fikra keçan de kirasê spî ye, ya xortan jî dîlana hevalê wî li dora wî ye. Lê nizanin zewac mal û berpirsiyarî ye.”
“JIMARA ZEWACA ZAROKAN ZÊDE DIBE”
Welatiyekî din jî ku nexwest navê xwe bide wiha axivî: “Zewaca di temenê piçûk de bandorê li civakê dike. Gelek zarokên di binê 18an re tên zewicandin. Ev tiştekî şaş e. Ji ber ku piçûk in nizanin ka wê çawa jiyaneke hevpar bi hev re derbas bikin. Lê mixabin jimara zewicandina zarokan di civaka me de zêde bûye. Çimkî çav li hev dikin. Berdan jî zêde bûye. Di vê dema dawî de gelek ji wan herî zêde heyvekê yan du heyvan bi hev re dimînin. Em dixwazin malbat nebin sedema van pirsgirêkan û zarokan nezewicînin.”
“HIŞYARKIRINA MALBATAN”
Welatiyeke din ya bi navê Zozan Xelef jî ev nirxandin kir: “Zewicandina keçên temenpiçûk berhemeke çanda desthilatdariyê û kevneperestiyeke civakê ye. Malbat jî dibêjin keçên me çiqas zû bizewicin wê ewqas stara xwe zû bikin. Lê nizanin ku jiyana keçên xwe wisa bi dawî dikin. Keç jî gelek caran, ji bo reva ji zora malbatê, serî li zewacê didin. Lê piştî demeke kin êdî nikarin ji binê bar derkevin. Ev jî dibe sedema hevberdanê. Hêvî dikim ku malbat keç û kurên xwe di zaroktiya wan de nezewicînin.”