Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salvegera rizgarkirina Girê Spî

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Salvegera rizgarkirina Girê Spî
Share on FacebookShare on Twitter

Bi sedan welatiyên Girê Spî û navçeyên Eyn Îsa, Silûk sêyemîn salvegera rizgarkirina Girê Sipî ji dagirkeriya DAIŞ’ê bi şahiyekê pîroz kirin. Pîrozbahiyê de li ser navê sazî û rêveberiyan axaftin hatin kirin û bang li pêkhateyan hat kirin ku yekîtî û piştgiriya xwe xurt bikin.

Şêniyên Kantona Girê Spî li qada Meclîsa Sivîl a bajêr bi şahiyekê salvegera 3’yemîn a rizgarkirina Girê Spî pîroz kirin.
Bi sedan şêniyên Girê Spî û navçeyên Eyn Îsa, Silûk ji bo pîrozkirina 3’yemîn salvegera rizgarkirina bajêr li qada meclîsê ya Girê Spî ku bi wêneyên şehîdan û alên YPG’ê YPJ’ê û hêzên QSD’ê hati bû xemlandin, kom bûn.
Şandeya Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê tevlî şahiyê bû. Di şahiyê de li ser navê sazî û rêveberiyan axaftin hatin kirin.
Şêwirmendê Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Xelîl Ebdulkerîm axivî û spasiya hemî hêzên ku herêm rizgar kirine kir.
Ebdulkerîn di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku bi saya xwîna şehîdan û bi vîna jina azad jiyaneke bi rûmet û aram dijîn û ji bo bi dawîkirina aloziya Sûriyê banga danûstandinê li hemî pêkhateyên Sûriyê kir.
Fermendarê YPG’ê Ebû Mazlûm jî axivî û got: “Em bostek axa welatê xwe bernadin û heta rizgarkirina tevahiya Sûriyê ji DAIŞ‘ê em ê tekoşîn bikin”.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî di pîrozbahiyê de axivî û bang li hemû pêkhateyên herêma Girê Spî kir ku beşdarî avakirina civakeke demokratîk û hevbeş bibin û ji bo yekîtiya Sûriyê li dora saziyên xwe yên sivîl, leşkerî û siyasî kom bibin û li hember planên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bisekinin.
Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Kedîm Ibrahîm salvegera rizgarkirina herêmê li şêniyan pîroz kir û bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ki ji bo yekîtiya Sûriyê hemî tevlî danûstandinan bibin.
Piştî bi dawîbûna axaftinan, komên çand û huner ên bajêr şanoyek bi navê (Biratiya Gelan) pêşkeş kirin. Her wiha şahî bi gerandina govendê bi dawî bû…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.