Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bazara Eyn Îsa geş buye

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Bazara Eyn Îsa geş buye
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên navçeya Eyn Îsa û gund û bajarokên derdorê berê xwe didin bazara Eyn Îsa û hemû pêdiviyên xwe ji vê bazarê peyda dikin. Bi taybet ji ber rewşa ewlehî û aramiya li herêmê, bazara Eyn Îsa jî geş buye.
Ji ber buhaya baş û peydabûna madeyên cûda welatî zêdetir berê xwe didin bazara Eyn Îsa. Di bazarê de dikanên cûr be cûr ên cilûbergan, pêdiviyên malê û xwarinê tên peyda kirin.
Di bazarê de bêtirî 110 dikan hatine vekirin û li rex wan di kolanên teng ên bazarê de jî gelek firoşkar û dikanên din hene.
Di encama xebatên Komîteya Çavdêrî û Zimhêrê ya girêdayî Rêveberiya Xweser di van demên dawî de buhayên pêdiviyan jî gelekî erzan bûne, bi taybetî piştî ku piraniya pêdiviyan ji bajarên Minbic û Reqayê tên wergirtin.
Yek ji sedemên geşbûna aborî li navçeya Eyn Îsa li gorî rêveberan ew e ku ewlehî û aramî li giştî herêmê serwer e. Navçeya Eyn Îsa yek ji herêmên ku hejmara welatiyan têde zêde bûye. Bi taybetî hejmareke zêde ya koçberan berê xwe dane vê herêmê.
Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Îsmaîl El-Ebid ê ji gundê El-Ursî ya gundewarê navçeya Eyn Îsa diyar kir ku pêşbirkiya di navbera bazirganên navçeyê de bandoreke erênî li buhaya madeyan kir û wiha got: “Hemû pêdivî û pêwîstiyên welatiyan di bazarê de bi buhayeke baş tên peydakirin. Bi saya vê bazarê êdî em ne mecbûr in biçin bajarên weke Minbic, Kobanê û Reqayê û pêdiviyên xwe ji van bajaran peyda bikin.”
Dikandarekî bi navê Hilal El-Mihemed destnîşan kir ku buhaya pêdiviyan hêdî hêdî erzan bûn û êdî her tişt di vê bazarê de tên peydakirin. Her wiha di aliyê sebzeyê de jî li herêmê sîstema xwetêrkirinê pêk tê…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.