Komîteya Şopandina Dibistanan a navçeya Til Hemîsê, bi armanca xurtkirina şarezayên mamosteyan li 3 navendan dewreyên perwerdê vekir.
Dewreyên perwerdê di 18’ê vê mehê li 3 navendan (Dibistana amadehî ya Til Hemîsê, navenda Şehîd Devrim û navenda dibistana Mehmûd El-Dehas) dest pê kiri bû.
Ji ber hejmara mamosteyên seretayî zêde bû, komîteyê mamosteyan li du navendan belav bikin, Navenda dibistana Mehmûd El-Dehas 320 mamoste, navenda dibistana amadehî ya Til Hemîsê 230 mamoste, her wiha navenda Şehîd Devrim 200 mamosteyên Branşan ên asta navîn û amadehî.
Dewreyên perwerdê ji aliyê mamosteyên ku di mijarên Zimanê Erebî, zanyarî, Fîziya, Kîmya, Bîrkarî, Dîrok û Erdingarî de pispor in tên dayîn.
Perwerde wê heta 2 mehan berdewam bike.
Bernameya perwerdê ya rojane wiha ye: şêwazên wanedayînê 2 demjimêr, demê mayî waneyên Zimanê Erebî, bîrkarî û zanyarî tên dayîn…ANHA






