Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkane AKP di 24’ê hezîranê de têk biçe

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Pêkane  AKP di 24’ê hezîranê de têk biçe
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku pêkan buye AKP di 24’ê hezîrnaê de têk biçe. Bayik wiha got, “AKP ketiye nava pêvajoyeke têk çûnê. Lê belê AKP naxwaze bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê berde. Mirovên ku dixwazin ji AKP’ê rizgar bibin hê bi biryar xuya dikin. Ger ev hêz li sandoqan xwedî derkevin mirov dikare bêje ku wê dawî li desthilatiya AKP’ê were.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, “Xuya ye mirovên dixwazin ji AKP’ê rizgar bibin hîn bi biryar in. Eger ev hêz hîn baştir bixebitin û xwedî li sindoqan derkevin, mirov dikarin bêjin ku dawî li desthilatdariya AKP’ê tê.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê, rewşa AKP’ê û hêzên demokrasiyê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.
Bayik da xuyakirin ku îdîa û daxuyaniyên AKP’ê yên dema destpêka desthilatdariya xwe û yên niha ji hev cuda ne, nakok in û got, ji ber vê yekê di vê hilbijartinê de tengav bûye.
Bayik destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de îhtimal heye ku desthilatdariya AKP’ê têk biçe û got: “Ev yek jî di gotin û daxuyaniyên Erdogan û AKP’ê de eşkere dibe. Piştî ku dît wê têk biçe, zext û zordarî zêde kir. Bi girankirina zexta li ser her kesî û bi neheqiya şert û mercên hilbijartinê re dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve. Desthilatdariya AKP’ê ji bo şovenîzmê sor bike dest bi dagirkirina Efrînê kir, lê tê dîtin ku vê yekê jî zêde deng nedaye wê. Ev jî vê rastiyê nîşan dide: Eşkere ye ku di nava civaka Tirkiyê de hêrs û nerazîbûn heye. AKP’ê şovenîzmê çiqasî sor bike bila bike nikare nêrîna civakê ya li AKP’ê biguhere.”
Bayik destnîşan kir ku ihtimal çêbûye ku AKP ji desthilatdariyê bikeve û wiha dewam kir: “Atmosfera hilbijartinê dibe ku weke ya hilbijartinên bihurî zêde zindî nîne. Ji ber ku AKP gelekî zextê dike û hemû çapemenî bi dest xistiye. Çapemenî ji bilî Erdogan û AKP’ê cih nade kesî. Ji ber vê yekê atmosfera hilbijartinê tenê bi axaftinên Erdogan nîşan didin. Lê tê dîtin ku axaftinên Erdogan ên li mîtîngan mîna berê bandorê li civakê nakin. Ev rastî hemû nîşan didin ku cara yekê ye pêkan bûye ku AKP di 24’ê Hezîranê de têk biçe.”
Cemîl Bayik diyar kir ku AKP hewl dide bi zext û hîleyê vê rewşê biguherîne û got, “Eger hêzên demokrasiyê, hêzên mûxalîf, Kurd û hemû hêzên ji desthilatdariya AKP’ê aciz in xwedî li sindoqan derkevin, pêşî li fenan bigirin û bi rêjeyeke xurt HDP’ê di ser bendê re bixin, wê dawî li AKP’ê were.”
Bayik anî ziman ku desthilatdariyek nema dikare ji ciwanan dengan bigire û ji ciwanan dûr dikeve, şensê xwe nîne ku di hilbijartinê de bi ser bikeve û got, “AKP ketiye nava pêvajoyeke wiha. Lê belê AKP naxwaze bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê berde. Sekna xwe ya niha bi vî rengî ye, hilbijartinê weke pirsgirêka paşerojê dibîne. Bi têgihiştina ‘Eger AKP winda bike wê Tirkiye winda bike’ hewl dide civakê bixapîne. Ji vî alî ve bêguman wê hilbijartineke zehmet be. Lê tê dîtin ku gel xwe ji AKP’ê vedigire. Mirovên dixwazin ji AKP’ê rizgar bibin hîn bi biryar xuya dikin. Eger ev hêz hîn bêhtir bixebitin û xwedî li sindoqan derkevin, mirov dikarin bêjin ku dawî li desthilatdariya AKP’ê tê. Li pêşberî civakê wê biqede. Ya rast di refernadûma 16’ê Nîsanê de jî têk çûbû. Bi ihtimaleke mezin wê di vê hilbijartinê de jî têk biçe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.