Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo azadiya Ocalan wê nobedê bigirin

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo azadiya Ocalan wê nobedê bigirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokên KCDK-E’yê û hemû komeleyên bin banê wê 25’ê Hezîranê wê tevlî çalakiya nobetê ya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li Strasboûrgê bibin.
Dîwana Hevseroktiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê pêk tê, 25’ê Hezîranê wê 6 salan li pey xwe bihêle.
Çalakiya nobedê ya ‘Ji Ocalan re azadî’, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li qada ku Konseya Ewropa, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û Parlamentoya Ewropayê tê kirin.
KCDK-E’yê bi bîr xist ku heta niha li Ewropayê gelek kes, sazî û komên civakî yên cuda yên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Asûrî, Elewî, Êzîdî û Ewropî, siyasetmedar, sendîkavan û şaredar tevlî çalakiyan nobedê bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin, taybetmendiya çalakiyê ew e ku bi demekê ne sînordar e, hefteyê heft rojan bênavber didome û ev jî nîşana wê ye ku ji daxwaza ‘ji Ocalan re azadî’ yek gav jî bi paş de nayê avêtin. KCDK-E destnîşan kir ku çalakî heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bidome.
Di dewama daxuyaniyê de hate hate ragihandin ku ku pêvajoya berdest ji bo têkoşîna dijî tecrîda li ser Ocalan û ji bo pêkanîna azadiya Ocalan pir girîng e û got, “Rabûna li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peywireke exlaq, însan û wijdên e.”
KCDK-E’yê li ser tevlêbûna xwe ya li çalakiya nobetê got, “Ji bo têkoşîna dijî tecrîda li ser Rêber Apo û azadkirinê, ku em vê hem ji peywireke exlaqê û wijdanê dibînin û biryara Kongreya me ya 2’yan e, di salvegera çalakiya nobetê de, ya ‘ji Ocalan re azadî’ ya li Strasboûrgê, 25’ê Hezîranê hevserokên KCDK-E’yê, hevserokên hemû hemû sazî û dezgên bin banê wê yên li hemû welatan, nûnerên jin û ciwanan em ê nobeta ‘Ji Ocalan re azadî’ dewr bistînin.”
KCDK-E’yê bi domdarî diyar kir ku divê çalakiya nobetê ya ‘Ji Ocalan re azadî’ bi rengekî geştir û berfirehtir were domandin û bang li gelê Kurd û dostê Kurdan kir ku tevlî çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ bibin.
KCDK-E’yê diyar kir nobeda wan wê hefteyekê bidome û wiha bang kir: “Em Bang li gelê xwe yê Ewropa, dostên xwe, bang li şoreşger, demokrat, rewşenbîr, Ermen, Sûryan, Kurd, Tirk, Laz, Çerkezan dikin ku bi rengekî geş tevlî çalakiye bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.