Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan ji bo hemû rojhilatanavîn xeter e

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Erdogan ji bo hemû rojhilatanavîn xeter e
Share on FacebookShare on Twitter

Salih Gedo diyar kir ku dewleta tirk a dagirker li bakur û başûrê Kurdistanê êrîşî vîna gelê Kurd dike, gefan li rojavayê Kurdistanê dike û got, “Li dijî wan êrîşan pêwîst e dewletên navneteweyî êdî ji Erdogan re bibêjin bese.”
Sekrêterê Partiya Çepgir a Kurd Salih Gedo derbarê êrîş û tehdîtên dewleta tirk de ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku Erdogan ji bo Rojhilata Navîn jî xetere û pêwîst e hemû hêz li dijî dîktatoriya Erdogan rawestin.
Salih Gedo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dewleta Tirk a dagiker êrîşên xwe li ser axa Kurdistanê xurt kirine. Armanca wan deskeftî û şikandina vîna gelê kurd e. Êrîşên li ser başûrê Kurdistanê diyar dike ku Erdogan dixwaze di hilbijartinên 24 Hezîranê de bi ser bikeve. Bêguman projeya hikumeta AKP’ê derbarê vegerandina Dewleta Osmanî de jî heye. Li dijî êrîşên li ser başûrê Kurdistanê bêdengiya dewletên navneteweyî berdewam dike. Pêwîst e dewleta Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî axa Iraqê bisekine.”
Salih Gedo li ser bêdengiya dewletên navnetewî wiha got, “Ev bedengiya dewletên navnetewî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk diyar dike ku di nava planê de ne.Çawa li Efrînê de li hev kirin û li hember êrîşên hovanê bedeng bûn li Başûrê Kurdistanê jî bê deng dimînin. Heke dewletên navnetewî bêdengiya xwe li êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser Minbic, Efrîn û başûrê Kurdistanê berdewam bikin wê li Rojhilatanavîn rê li pêşiya pisgirekên nû vebin. ”
Gedo wiha dewam kir: “Beriya êrîşên li ser Efrînê Erdogan di nava êrîşên li ser Kerkûkê de cih girt. Niha jî dixwazin hemû axa başûrê Kurdistanê dagir bikin. Ev hemû êrîş bi hev ve giredayî ne û yek armanca wan heye ku şikandina vîna gelê kurd e. “
Salih Gedo diyar kir ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de têkçûna Erdogan wê ji bo hemû gelan taybet gelên Rojhilata Navîn bibe nefesek û wiha got, “Dîktatorî û rejîma faşîst dê li pêşiya îrade û yêkitiya gelan têk here. Di nav gelê li Tirkiyê de jî hêdî hêdî dengekî serhildanê derdikeve. Ji ber ku êdî ew jî dîktatoriya Erdogan qebûl nakin. Beşeke mezin a gelê Tirkiyê ji faşîzma Erdogan re dibêje na. Em bawer in ku Erdogan wê têk biçe û gelê kurd û yên gelên Rojhilata Navîn nefesekê bistînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.