Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dike

Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku sûcdarkirina Rêveberiya Xweser û QSD`ê, ji aliye Wezareta Karê Derve ya Sûriyê ne rast e. Herwiha da xuyakirin ku hikumeta Şamê bi vê helwesta xwe ji pêkanîna erkên xwe direve û çareserkirina aloziyê asteng dike.
Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê girêdayî sûcdarkirina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji aliyê hikumeta Şamê ve dibêje; girêdayî aliyên derve ne, daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Rejima Sûriyê siyaseta xwe ya derxistina aloziyên hundir û kişandina bala raya giştî ser mijarên ku bingeha wan nîne, didomîne. Ev yek di nameya Wezareta Karê Derve û Koçberan ya hikumeta Şamê de ya ji bo sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û serokê Meclisa Ewleyiyê girêdayî êrişa hewayî ya li dijî bajarê Dêrezorê û herêma El-Bûkemalê, diyar bû.
Rejimê bi xîtaba xwe ku komplo li dijî wê tên kirin, ji pêkanîna erkên xwe û çareserkirina aloziyê direve. Heta niha jî bi xîtab û helwestên xwe yên paşguhkirina rewşa Sûriyê ve girêdayî ye.
Aloziya ku endamên rejimê li Qamişlo di hefteya borî de derxistine, sûcdarkirina Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Sûriyê ve ku dibêje; amûrên Emerîka ne, girêdana rêzebûyerên ku li herêmê pêk hatine, tê wateya ku ew ji pêkanîna berpirsyariyên xwe, xwe dide alî.
Dema ku em li ser serxwebûna rêveberiya xwe û biryara xwe ya siyasî û leşkerî piştrast dikin, em destnîşan dikin ku divê rejima Sûriyê ji siyaseta xwe ya ku wêranî ji Sûriyê re aniye, berde. Helwestên xwe yên li hemberî bûyerên li Eyn Îsa û hevkariya xwe bi dagîrkeriya tirkî re ji bo radestkirina herêmên din yên Sûriyê ji Tirkiyê re, zelal bike.
Em piştrast dikin ku bikaranîna zimanekî wiha û van siyasetan, li pêşiya çareseriyê û diyalogê dibe kelem û aloziya li Sûriyê kûrtir dike. Ya baş ew e ku rejim dev ji van xîtabatan berde û berpirsyariyên xwe pêk bîne.
Emê xebatên xwe li gorî rêgez û armancên ku em pê bawer dikin, bidomînin. Hewldana me jî Sûriyeya demokratîk ya pirreng ya nenavendî ye. Em tevayiya teşeyên girêdana bi aliyên derve red dikin. Em bi rola xwe ya niştimanî ya sûrî û armancên ku hewl didin ji bo Sûriyê pêk bînin, serbilind in.”