Rojnameya Ronahî

Li Dêrezorê bi merasimekê du şehîd hatin veşartin

Bi sedan şêniyên gundewarê Dêrezorê cenazeyê du endamên Hêzên Ewlekariya Hundir li goristana Şehîd Xidir Hemada bi merasimekê spartin axê.

Welatiyan cenazeyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundir Elî El-Ebid û Mihemed El-Hilû, ku li ser erke xwe şehîd bûbûn, li goristana Şehîd Xidir Hemada ya li herêma Ebû Xeşeb bi merasimekê spartin axê.

Di merasimê de ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundir Beşar Saib sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got; em di mercên dijwar re derbas dibin, madem dijmin destdirêjiyê welatê me dike, emê şehîdan bidin û xak û gelê xwe biparêzin.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Girseyê cenazeyê şehîdan di nava tilîliyên dayîkan de spartin axê.