Rojnameya Ronahî

Bangewaziya Platforma Zimanê Kurdî

Sîpan Şînda

Di 8’ê Çile de Platforma Zimanê Kurdî ya li bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da û bangî dewleta tirkî kir ku li zimanê Kurdî xweyî derbikeve! Erê erê, raste rast ev bangewazî ji dewleta tirkî re kirin û hîvî û daxwaz ji wan kirin ku dewleta tirk li zimanê Kurdî xwedî derbikeve! Di nav daxwazên ku Platforma Zimanê Kurdî ji dewleta tirk kirî de vekirina kursiyek Kurdî, kar dayîna pisporên zimanê Kurdî, amade kirina ferhenga Kurdî, amade kirina ferhenga Kurdî ya bi etîmolojîk, malpera lêgerîna ferhenga Kurdî, amade kirina ferhenga biwêj û gotinên pêşiyan, ferhenga Kurdî ya dîjîtal, sempozyuma Kurdî ya navnetewî, derxistina kovareka rêzimana Kurdî ya sê heyîvan carekê, weşandina pirtûkên li ser rêzimana Kurdî hatine nivîsandin ji heye.
Bi xwidê ev xweş xeber e lê bi xwidê min qet û qet ne bawer e. Ez dizanim ew kesên ev daxwaz ji wê dewleta bê rû û bê fihêt kirîn heta hetayê heq in. Heta ewan ji kêmasî ve ji gotine. Diviya bû ku hêj bi awayekî berfirehtir û bi dengekî bilindtir daxwaziyên xwe bi anibiyan ziman. Divê ev daxwazî di asta herî bilind de bêne ziman. Lê dewleta tirk ji vî guhê xwe ve kerr e, ji vî çavê xwe kor e. Dema dabaş dibe Kurd û Kurdî ne dînê wê heye, ne îmana wê û ne ji wijdana wê. Çi bext û bawerî ji jêre nîne. Ew dewleta ku ev sed sal in ji bûna vî zimanî qir bike û ji nava dîrokê rake hemî rê û rêbaz rewa dîtîn, wê çawe bi hêsanî û bi gaziyekê bersiva van daxwazan bide! Jixwe di 14’yî çilê de bersiv dan û bi awayekî eşkere gotin çi planên me yên wiha nînin û dewlet tenê ji bû zimanê tirkî xebat û lêkolanan dike.
Gotin beqê tif li nav çavê te, got ez xwe li gola wanê didim rû yê min şil nabe. Mesela me û dewleta tirk ji hema eyn ev e. Ne fihêt pê re heye, ne heya. Jixwe em behsa demokrasiyê nakin. Ev sed sal in qasî dewletê giraniya xwe dayî da ku vî zimanî ji halê rake, çaryêka wê ne da ye aboriyê, perwerdehiyê yan ji tiştekî din. Ev sed sal in tişta ku ne anî serê vî zimanî ne maye. Kurd hetanî roja me ji jiber ku bi Kurdî diaxivin tên girtin, tên lînç kirin, heta têne kuştin. Zimanê Kurdî hetanî îro ji di meclîsa wan de, li dadgehên wan de weke “zimanekî nayê fêm kirin” tête nivîsandin. Bê exlaqî û hovîtiya vê pergalê ya ev sed sal in li ser vî zimanî tête meşandin nayê hesabê. Û sed heyf û sed mixabin ev polîtîkayên wan yên qirêj îro ber bi serkeftinê ve diçin û zimanê Kurdî bi awayekî lez ji nava jiyana Kurdan radibe. Her çend hinek Kurd di nava vê hişmendiyê de ne ji, lê belê pirrê Kurdan û bi taybetî ji siyasetmedarên Kurdan yên li bakûr ne di vê hişmendiyê de ne û ji wan re ne gelekî xem e ji. Ew pitirê xwe li pey nav û seltenetê xwe ketine.
Lê belê her çi dibe bila bibe, xwedî lê derketina Kurdî ya gelê Kurd bi zana û rewşenbîrên xwe ve divê bilind bibe û berxwedana li himberî vê qir kirina li ser zimanê Kurdî bi awayekî gurtir bi dome.