Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengê xwe bidin HDP’ê, bi derewên Erdogan neyên xapandin

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Dengê xwe bidin HDP’ê, bi derewên Erdogan neyên xapandin
Share on FacebookShare on Twitter

Rûspiyên êl û eşîrên Kurdan ên kantona Kobanê bang li gelê Kurd û hêzên azadîxwaz ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin ku di hilbijartinên 24’ê hizêranê de dengên xwe bidin Partiya Gelan a Demokratîk HDP’ê û bi derewên Erdogan neyên xapandin.
Derbarê hilbijarinên 24’ê Hizêranê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de, rûspiyên êl û eşîrên Kurdan ên kantona Kobanê bang li gelê Kurd ê hêzên demokartîk kirin ku dengê xwe bidin HDP’ê.
Rûspiyê eşîra Kêtikan a Kobanê Muslim Hesen wiha got: “Divê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê îradeya xwe di 24’ê Hizêran de hilbijêre û divê gelê me li hemberî komployên li dijî wê tên meşandin haydar be. Dîroka hikûmeta Tirkiyê bi komkujî û tunekirina gelê Kurd dagirtî ye û herî dawî dagirkirina bajarê aştiyê Efrînê li ber çavên her kesî ye.”
Hesen bang li gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kir ku di hilbijartinan de bi daxuyaniyên Erdogan neyên xapandin û got: “Siyasetên Erdogan ên dijberiya gelê Kurd eşkere ne û nîşana vê yekê jî ew e ku nûnerê gelê Kurd yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş hê jî digirtîgehê de ye.”
Rûspiyê eşîra Bîcan li kantona Kobanê û endamê Komîteya Lihevanînê ya bilind li herêma Firatê Bozan Muxtar jî diyar kir ku Erdogan hewl dide di van hilbijartinan de bi serkeve û diktatoriya xwe hê kûrtir bike.
Muxtar destnîşan kir Tirkiye di nava qeyraneke mezin de bû û Erdogan jî li ber têk çûnê bû lewra jî biryara hilbijartina pêşwext girt ku desthilatiya xwe li ser lingan bigire.
Rûspiyê eşîra Bîcan bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên azadîxwaz û demokrasîxwaz ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir ku di hilbijartinên 24’ê Hizêranê de dengên xwe bidin HDP’ê…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.