Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çîrokek ji Babê ber bi çiyayan ve

22/06/2018
in Uncategorized
A A
Çîrokek ji Babê ber bi çiyayan ve
Share on FacebookShare on Twitter

Li gundê Kefer Zixerê yê Babê ji dayik bûye. Bavê wê Kurd e, diya wê Ereb e. Yek ji 7 zarokan e. Çîroka gerîla Gulbahar ji berriya Babê dest pê dike û heta çiyayên bilind ên li Başûr dewam dike.
Gulbahar Botan li bajarê kefer Zixerê yê Babê ji dayik bûye. Bavê wê Kurd e, dayika wê Ereb e. Yek ji 7 zarokan e. Ji 5 saliya xwe ve li wêneyê li odeya herî mezin a malê temaşe dikir û meraq dikir bê kî ye. Dema ku hinekî din mezin bû, bavê wê jê re gotiye ku ew wêne yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Piştre ‘Apocî’ li mala xwe dît û gav bi gav hîn bêhtir xwe nêzî wan kir. Li nava mala xwe timî li çîroka Apociyan guhdarî kir, bi taybetî li gotina bavê xwe: ‘Hinekî din mezin bibin û hûn jî bibin mîna wan jinên serbilind’. Heta tevlîbûnê, timî derdora xwe şopand.
Sala 2012’an şevekê bi zorê deriyê wan hate vekirin. Kesên çekdar ku wê piştre hîn bibûya çeteyên El Nûsra ne, bi qareqar ketin hundirê her odeyê û ew li salonê li hev civandin. Çeteyên ku bi Erebî û Tirkî xeber dikirin, destpêkê televîzyon, radyo û telefon, piştre jî çi li ber wan ket, hemû şikandin. Dûre jî bi qondaxa çekê li bavê wê xistin.
Gulbahar û xwişk-birayên wê fêhm nekirin bê çi qewimî. Bi lêdan, xeber û gefxwarinê, bavê wê bi hinceta ‘Alîkarî daye Apociyan’ birin.
Bi vê gotinê qala wê rojê dike: “Mîna ku tarîtiya şevê bi carekê ve xwe berdabû ser her derê. Em piştî wan derketin derve, lê belê bavê min li wesayitê siwar kirin û bi lez birin. Me tiştek ji kesî re negot. Eger rejîmê bibihîsta wê hîn nebaş bibûya. Mîna ku per û baskê me şikestibû. Dayika min hewl dida hêzê bide me, lê rewşa wê bi xwe jî nebaş bû.”
Gulbahar biryarê dide tevlî jiyan û refên azadiyê bibe. Ji dayika xwe re dibêje, “Dema ku bavê min hat, jê re bêje ku ez jî tevlî çîroka Apociyan dibim ku wî ji min re qalê dikir.” Bi vî rengî ji malê derdikeve.
Dema ku li ser rêya têkoşîna azadiyê ye, li maleke ku lê dima jê re hate gotin ku YPG’iyan bavê wê ji destê çeteyan rizgar kirine. Rêberê daye pêşiya wan, wêneyekî bavê wê yê bi malbata wê re hatiye kişandin nîşanî wê dide. Gulbahar dema vê dibihîze ji kêfa hevrêyên xwe hembêz dike. Dibêje, “Ez careke din piştrast bûm ku min biryara rast da.”
Gulbahar niha li çiyayên bi heybet li dijî leşkerên dagirker ên Tirk ku mîna DAÎŞ û çeteyên El Nûsra ne, şer dike. Germahiya hevrêyên wê bûye derman ji êşên wê re. Nameyek ji bavê xwe re nivîsî ye û bi navê ‘Hevrêya te Gulbahar a Apocî’ mohra xwe li binî daniye. Qala çîroka xwe ya li ser serê çiyê kiriye…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.