Rojnameya Ronahî

HRRK amadekariya pêşbirka helbestên kurdî dike

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) pêşbirka yeke ya helbestên kurdî ya ciwanan li Rojavayê Kurdistanê organîze dike.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi pêşengiya Komeleya Janê Xelef ya Xêrxwaziyê ya Ingilistanê pêşbirka yekê ya helbestên kurdî ya ciwanan organîze dike.

Bi pêmana bîranîna çalakvana Kurd Janê Xelef ku di 19 saliya xwe de di rewşeke nediyar de sala 2014`an jiyana xwe ji dest daye, her wiha bi mebesta berfirehkirina li ber zimanê kurdî û piştgiriya nifşên nû ku niha li Rojava bi zimanê xwe fêr dibin, HRRK û Komeleya Janê Xelef ya Xêrxwaziyê vê pêşbirkê organîze dikin.

ŞERTÊN TEVLÎBÛNÊ

  1. Pêşbirk bi zimanê kurdî ye tenê ye.
  2. Kesên tevlî pêşbirkê bibin, divê li Rojava yan li Sûriyê bin.
  3. Temenê kesên ku dixwazin tevlî pêşbirkê bibin, divê di navbera 18 heta 30`î de be.
  4. Divê helbest di navbera 10-50 malikan de bin.
  5. Berhem ji aliyê HRRK`ê ve ji 1`ê Çileya 2021ê heta 1`ê Adara 2021`ê tên pêşwazîkirin.
  6. Ji mafê HRRK`ê ye ku helbestên xelatgirtî di malper û kovarên xwe de biweşîne.


PÊVEKÊN PÊWÎST:

– Kurtejiyan, navnîşan, jimarên telefonan û emaîl.

– Divê helbestvan peyamekê amade bike, tê de eşkere bike ku helbest şandiye pêşbirkê û li ti cihî ew helbest belav nebûye, her wiha ew helbest beşdarî ti pêşbirkan jî nebûye.

– Yên ku dixwazin tevlî pêşbirkê bibin divê wêneyeke nasnameya xwe bi helbestê re bişînin.

Xelata yekê 500 dolar, xelata duduyan 300 dolar û xelata sisiyan jî 200 dolar e.

Endamê Komîteya Çalakiyan ya HRRK’ê Ehmed Huseynî li ser şertên mijar û naveroka helbestan wiha got: “Me sînor ji mijar û naverokên helbestan re dananiye, ya girîng ristin û honandina helbestê ye.”

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê wê 29`ê Adara 2021`ê (roja jidayikbûna Janê Xelef) navên xelatgiran li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo bi şevbêrkekê ragihîne.