Rojnameya Ronahî

Di mûzeya xwe de mîrasa pêşiyên xwe diparêze

Îbrahîm Umer Îbrahîm ji 20 salan ve alavên kevin yên nîşana dîrok û çanda herêmê, li mala xwe ya piçûk kom dike.

Heskirina Îbrahîm Umer Îbrahîm ya danheva alavên kevnar, hişt ku piraniya çaxê xwe bi gera li alavan derbas bike û wan li mala xwe ya piçûk kom bike.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Umer Îbrahîm (60) yê ji gundê Etebê yê navçeya Tirbespiyê ji daneheva alavên kevnar hes dike. Ji ber wê piraniya dema xwe bi gera li alavan derbas dike. Paşê wan li mala xwe kom dike. Îbrahîm Umer Îbrahîm mala xwe kiriye mûzeyeke Piçûk ku tê de kelepor, nasname û çanda kurdî diyar dibe.

Îbrahîm destpêkê we hobî nêzî vê xwestekê dibe. Bi wê re alava hûrkirina tov digire, ew jî destar e. Pişt re wek pîşeyekî ber bi wê mijarê ve diçe û dest bi komkirina alavên kevn dike û dîrok û bikaranîna wan lêkolîn dike.

Bidestxistina mîna van alavan ne karekî hêsan e, gelek dem û kedê dixwaze, lê Îbrahîm bi armanca parastina kelepora pêşiyên xwe van alavan li mala xwe kom dike û wan diparêze. Heta niha li derdora 300 alavên kevnar kom kirine.

Îbrahîm ji 20 salan ve piraniya dema xwe li hundirê depoya xwe ya çandiniyê û odeya xwe ya piçûk derbas dike û bi komkirina alavên kevin eleqedar dibe.

ARMANCA WÎ ZINDÎKIRINA KELEPORA KURDÎ YE

Îbrahîm bi daneheva van alavên kevnar re hewldana parastina kelepora kurdî dike, da ku nifşên bê, nasnameya xwe nas bikin. Li gel vê yekê heskirina wî ji vê behreyê re hişt ku her tim di nava heval, hogir û cîranên xwe de li parçeyên kevnar bigere û mûzeya mala xwe ya piçûk dewlemendtir bike.

Bi sedan alav li gel Îbrahîm Umer Îbrahîm hene ji wan; halet, cerar, miştê çandiniyê yê dar, nîr, tûrik, bivir û hesan. Ev alavên kevnare ne û di serdemên berê de dihatin bikaranîn. Herwiha di mûzeya wî de xencer, şûr û alavên birîna daran û sûdgirtina ji qurman, hin alavên ronîkirinê, alavên germkirinê û alavên din yên ku di nava xwarinê de tên bikaranîn, cawên neqşkirî, qehfik û gelek pereyên kevnar hene.

Îbrahîm têkildarî behreya xwe wiha got: “Civaka kurdî da ku li ser xaka xwe bijî gelek alavên wiha afirandine. Di jiyana xwe ya rojane de bi kar dianîn, ev alavên kevnare bûn sedema mayîna li ser xakê û rûbirûbûna bizor û zehmetiyên jiyanê re.”

Îbrahîm Umer Îbrahîm di dawiya gotina xwe de bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya wî bikin, deverekê ji bo van alavan veqetînin, da ku wan alavan ji windabûnê biparêzin û nifşên bê, nasnameya xwe nas bikin.