Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rola Medya/Çapemeniyê Li Ser Axaftina Bi Kurdî

04/01/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Rola Medya/Çapemeniyê Li Ser Axaftina Bi Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

 Sîpan Şînda

 Welê xwiyaye ku Kurd wê di sala 2021’ê de ji di bin pişaftineke dijwar de bin û divê her Kurdek li gorî vê rastiyê xwe eyar bike ku ka wê çawe bi awayekî bandortir li himberî vê zilm û zorê bikaribin çand û zimanê xwe biparêzin. Heçî ke dijminê Kurdan in li himberî Kurdan her tim xwediyê plan û stratejiyanin. Ne ku hingî Kurd xurtin, jiber ku ew dixwazin wan rojek zû ji halê rakin, ew her tiştî bi plansaziyên hûrûkûr tevdigerin. Gelo Kurdan ji li himberî vê planek heye? Li gorî min na. Jiber ku Kurd jiber pirsgirêkên navxweyî pêre nagihên ku çi planan ji bû pêşeroja xwe û li himberî neyarê xwe çêbikin.

Gelo wê demê Kurdê reben wê çi bike? Gelek tişt hene ku Kurd li himberî pişaftinê bikin. Yek ji van ji bikaranîna çapemaniyê û medyayê ye. Gelek televizyon, rojname, malper, kenalên youtubê hene ku Kurd dikarin bi riya wan ziman û çanda Kurdî biparêzin. Ez nizanim çend kenalên televizyonan, çend rojname û kenalên youtubê yên bi Kurdî hene. Di roja me de rêbazê herî hêsanî û bi bandor yê li ser civakê bikaranîna çapemanî û medyayê ye. Çi rojname bin, çi malperên înternetê bin, çi televizyon bin, çi kenalên youtubê bin divê êdî ji nûçeyan bigire hetanî bernameyên taybet, quncik nivîs, metelok, henek, spor û hwd hemû bi awayekî giştî bi Kurdî weşanê bikin. Divê Kurd di hemû reklam û îlanên xwe de Kurdî bikar bînin. Divê Kurd bi her hawî Kurdî bêxin di jiyana xwe ya rojane de. Divê çapemenî û medya Kurdî di vî warî de bi awayekî pisportir tevbigere û hemû rê û rêbazan zanistî di vî warî de bikar bîne. Peyamên bangî binhişiya mirovan dikin (peyamên subliminal) ji di nav de divê medya û çapemenî barê dikeve li ser milê xwe di vî warî de pêk bînin. Hemû sazî û dezgehên Kurdan divê ji hemû fikarên polîtîk veder hereket bikin û bi awayekî etîkî nêzîkî çand û zimanê xwe bibin. Her weha divê hemû sazî û dezgehên Kurdan di hemû kar û barê xwe yên navxweyî de tenê Kurdî bikar bînin. Di kar û barên xwe yên fermî de ji di gel zimanê dewleta ku lê dijîn her weha Kurdî ji bi awayekî fermî di dokumentên xwe de bikar bînin. Çi name, daxwazname, reklam, bangewazî yên fermî bêne nivîsandin, divê bi Kurdî û zimanê dewletê yê fermî bi hev re bêne nivîsandin. Bi taybetî ji divê Kurd di komelên Kurdan yên li Ewropa giringiyê bidin vê.

Divê bi taybetî televizyonên Kurdan li ser polîtîkayên xwe yên weşanê mikur werin û dest bi çêkirina/weşana fîlman, rêze filman bi Kurdî bikin. Sînema çêkerên Kurd divê di vî warî de destê xwe bidin hevdu û projeyan amade bikin. Jiber ku her tim polîtîka û nûçe civakê ji televizyonên Kurdî di kerixîne û berê wan dide yên biyanî. Dîsa ji bo zarokan divê projeyên xurt bêne amade kirin. Di vî warî de gelek kêmasî hene û divê ji bo zarokan gelek fîlm bi dengê Kurdî bêne dublaj kirin yan ji fîlm bêne çêkirin. Êdî mirov nikare rola medyayê ya li ser civakê ji nedîtî ve bê. Dibe ku di serî de cihde bandora xwe neke. Lê di nava demê de wê xwiya bibe ku ev wê encamekî baş bide. Ne bi zimanekî polîtîk û propagandî, lê bi zimanekî pisporî, zanistî û nerm divê ev bête kirin. Divê çi medya û çapemeniya Kurdan di vî warî de bi fikarên bazirganî û polîtîk ne hizirin. Jiber ku çand û zimanê Kurdî ji fikarên bazirganî û polîtîk girîngtir e. Bi hêviya saleke xweş, sersala we pîroz be. 03.01.2021

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.