Rojnameya Ronahî

Dengê bilûrê ji herêma Hewreman tê

ZEYNEP NÊRGIZ BOTAN/ANF

Bilûr li rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî li Hewreman, li herêma Şaho amûreke nebe nabe ye. Awaza bilûra gerîla mirovan mest dike.

Dengê bilûrê ku ji Hewreman bilind dibe, stresê ji nava mirovan dibe. Li çiyayên bi heybet yên Şaho, ev dengê bêhempa dilê mirovan xweş dike. Gerîla ji zarokên vî çiyayî ne. Gerîla ji bilindayiyê hes dike, ji navsera çiyayan hes dike. Vêca ku bilûr jî di dest de be, hingê bêhn û dengê çiya mirovan ber bi azadiyê ve dibe.

Bilûr yek ji amûrên herî kevin e. Awaza bilûrê li rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî li herêma Hewreman, li Şaho awazeke nebe nabe ye.

Gerîla Argeş radihêje bilûra xwe û bi awazeke sermest, hevriyên li dora êgir civiyayîn dixe nava rêwîtiyeke kûr û dûr. Rêwîstiyeke li gel awaza bilûrê û bêhna çaya li ser êgir.

Kêliyek ji kêliyên gerîla ya li dora êgir û digel awaza bilûrê. Awazeke bedew ku mirovan mest dike. Piştî ku gerîla Argeş navber da bilûrê, gerîla Demhat ji hevriyên xwe re çay dagirt. Roj bi awaza bilûrê, bi agirê gerîla, bi çaya gerîla bi dawî bû.