Rojnameya Ronahî

Ciwanên Minbicê bi pêmana sala nû çalakiyek li dar xistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajar û gundewarê Minbicê bi pêmana sala nû çalakiyeke bi durişma “Dem dema azadiyê ye” li dar xistin.

Çalakî li stada 15’ê Tebaxê ya bajarê Minbicê bi beşdariya bi dehan kesî hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê ciwanên şoreşger yên bajarê Minbic û gundewarê wê, Hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Ehmed El-Cemîlî axivî û got, “Bi pêmana sala nû ku wê bibe sala serkeftinan, em soza xwe nû dikin ku emê  ji bo pêkanîna rêgeza biratî, demokratîk û jiyana hevbeş xebatên xwe xurttir bikin.”

Pişt re çalakiya tekwando hat pêşandan û Koma Şehîd Canfeda şanoyeke li ser şerê taybet pêşkêş kir.

Çalakî bi stiran û dîlanên folklorî bi dawî bû.