YJK-E’yê ji bo 14. Festîvala Jinê ya Zîlan banga tevlîbûnê kir ku wê 23’ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê bê lidarxistin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em 14. Festîvala Jinê ya Zîlan bi dirûşma ‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye’ 23’ê Hezîranê li bajarê Dortmund ê Elmanyayê li dar dixin. Em li bendê ne ku gelê me û dostên me yên li Elmanya, Hollanda û Belçîkayê tevlî festîvalê bibin.”
YJK-E’yê destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst weke serhildana herî radîkal derketiye holê û diyar kir ku paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk-azadîparêziya jinê li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan ketiye meriyetê.
YJK-E’yê diyar kir ku paradîgmaya civaka demokratîk-ekolojîk, azadîparêziya jinê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirand, bi îradeya qewîn a jinên Kurd veguheriye rastiyê û got, “Ji ber vê yekê, em ji her demê bêhtir bi biryar in ku li dijî êrîşên qirkirinê û faşîzmê, Rêberê xwe azad bikin, berxwedana serdemê bi ser bixînin û jiyana azad û azadiya jinê misoger bikin.”






