TAJÊ têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku divê ji bo demokrasî û azadiyê, Ocalan serbest bê berdan.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Mamosteyan a Şengalê Sebîha Sebrî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye û divê demildest bê rakirin.Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî li dijî vê yekê bêdeng dimînin. Her wiha hat gotin ku bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî sûcê mirovatiyê ye û divê ev bêdengî jî demildest bi dawî bibe…JINNEWS






